Rejîma Îranê cezayê girtigehê li aktîvîsta jin Sepîdeh Qalîan birîn

Rejîma Îranê bi îdiayên “Girêdana dersokê qebûl nekir û ji bo fihûşê alîkarî kiriye” û “Di danişînan de di sûcê kiriye de israr kir” salek û 3 meh cezayê girtigehê li aktîvîsta jin a girtî Sepîdeh Qalîan birî.

Navenda Nûçeyan- Aktîvîsta jin Sepîdeh Qalîan li Îranê hatibû girtin û salek û 3 meh cezayê girtigehê lê hate birîn. Qalîan birin Girtîgeha Evînê. Ji ber ku di danişîna 19’ê Tîrmehê de dersok nekiribû serê xwe û neanîbûn danişînê. Di danişîna 31’ê Tebaxê de jî bi îdiayên “Girêdana dersokê qebûl nekir û ji bo fihûşê alîkarî kiriye” û “Di danişînan de di sûcê kiriye de israr kir” salek û 3 meh cezayê girtigehê lê hate birîn.

Di danişîna biryarê de jî Qalîan neanîn dadgehê.

Par di meha Gulanê de jî bi îdiaya “Li ser medyaya dijîtal agahiyên derew parve dike û li dijî Komara Îslamî ya Îranê propagandayê dike” 2 sal cezayê girtigehê li Qalîan hatibû birîn.