Rejîma Îranê bi girtina çalakgeran hewl dide serhildanê vemirîne

Serhildanên ku li Îranê û rojhilatê Kurdistanê di meha Îlonê de dest pê kiribûn bênavber didomin. Di wan çalakiyan de heta niha hêzên ewlehiyê hejmarek zêde ji welatiyan bi tawana beşdariya xwepêşandanan û belavkirina belavokên li ser înternetê girtine.

Navenda Nûçeyan Rejîma îranê li aliyekî hinek kesên ku di serhildanan de girtine serbest berdide, li aliyekî jî pasdarên Îranê bênavber êrîşê xwepêşanderan dikin, wan digrin dibin cihên nediyar.

Duh ango di roja 14’ê Kanûnê de, pasdarên Îranê Şilêr Zamanî ku di saloneke bedewiyê de kar dike, ji mala wê ya li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê revandin û heta niha tu agahiyek der barê wê de tune ye.

Şeş rojnameger dê bi sûcdariya propagandaya li dijî rejîmê werin darizandin

Li gorî nûçeyên medyaya Îranê, 6 rojnameger û çalakvanên siyasî yên bi navê Zehra Tewhîdî, Hoda Tewhîdî, Yada Rebbanî, Elîreza Xoşbext, Hemîdreza Amirî û Ruhullah Nexayî bi tometa “lihevkirina li dijî ewlehiya Îranê û propagandaya li dijî rejîmê” tên sûcdarkirin. Her wiha li gorî agahiyan hevdîtina bi parêzerên xwe re red kirine û di demeke nêz de dê bên darizandin.

Li gorî agahiyan, di heman demê de çalakgera bi navê Dunya Abadîpûr bi awayekî demkî ji Girtîgeha Qerçakê ya bajarê Varamînê hat berdan. Samî Asrîs xwendekarê pizîşkî yê zanîngeha zanistên pizîşkî ya Urmiyeyê ji Şino, Îrfan Ebdî û Şêrko Mecîdî bi navê Mohya Naderî (19 salî) hatin girtin. Ji Tehranê,  Suheyla Ucaqî, ji bajarê Barand, Yusef Ezdî ji bajarê Nûrabadê, Zehra Naderî û ji bajarê Hemedanê jî gelek kes hatin girtin.

Ji gelek bajaran bi dehan kes hatin girtin

Her wiha hêzên asayîşê çend kesên ji bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê girtin. Di navbera wan de kesên bi navê Boria Fethî 31 salî, Îlham Modarisî 32 salî û Adil Cemşîdî hene.

Li gorî agahiyan, 4 xwişk û birayên bi navê Fatima, Kulnar, Mehmûd û Elî Riza Begbor hatine girtin. Afşîn û Yasîn El-Cebarî û jineke din a bi navê Zeyneb Bauer jî ji aliyê hêzên ewlehiyê yên bajarê Dêhlranê ve hatin girtin.

Hat ragihandin ku ji bo îfadeyê bangî Şahla Begamî ya dayika Ferhad Tahazade yê, 26 salî û Ferzad Tahazade yê 25 salî kirine. Li gorî agahiyan piştî ku wê vîdyoyek li ser torên civakî belav kiriye û daxwaza rakirina cezayê darvekirina kurê xwe kiriye bangî wê kirine.