Rejîma Îranê 3 meh ceza da mamosteya zimanê Kurdî

Rejîma Îranê 3 meh cezayê girtîgehê li Mamosteya zimanê Kurdî Sewsen Hesen Zadeyî birî.

Navenda Nûçeyan- Li gorî medyaya Rojhilatê Kurdistanê, di 10’ê vê mehê de şaxa Dadgeha Bokanê, 3 meh cezayê girtîgehê li mamosteya zimanê Kurdî Sewsen Hesen Zadeyî ya xelkê Bokanê ye, biriye.

Hat zanîn ku ceza bi hinceta ‘Propagandaya li dijî dewletê’ hatiye dayîn.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku mamosteya zimanê Kurdî Sewsen Hesen 17 sal in li Bokan û gundên derdora wê mamostehiya zimanê Kurdî dike. Di salên borî de gelek caran ji ber çalakiyên xwe, ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatiye lêpirsînkirin.