MSF: Bi hezaran kes li kampa Cibaliya asê mane

Rêxistina Bijîjkên Sînornenas, ragihand ku ji ber êrişên Îsraîlê li bakurê Xezayê pêk anîne bi hezaran kes li li kampa koçberan a Cibaliya asê mane.

Navenda Nûçeyan- Êrişên Îsraîlê ji 7’ê Cotmeha 2023’an ve heta niha li ser Xezayê berdewam dikin. Filistînî hertim neçarî koçê tên kirin û nikarin xwebigihînin melzemeyên jiyanî.

Rêxistina Bijîjkên Sînornenas (MSF) der barê êrişa Îsraîlê ya li dijî Bakurê Xeza pêkanî de li ser hesabê medyaya dîjîtal parvekirinek kir û wiha hat gotin: “Bi êrişa Îsraîlê ya li ser herêmê, bi hazaran kes li kampa koçberan a Cibaliya ya li bakûrê Xezayê asê mane.” Her wiha hat diyarkirin ku 5 personelên MSF’ê li kampê ne û der barê jiyana wan de bi fikar in.

Di peyamê de koordînatorê projeyê yê MSF’ê behsa çavdêriyên xwe û wiha got: “Destûr nayê dayîn kes bikeve hindir an jî derbikevin. Hemû kesên ku vê dicerîbinîn rastî êrişan tên.”

Di parvekirinê de bang hat kirin ku Îsraîl dawî li koça bi zorê bîne, êrişên xwe yên li dijî mirovên li Xezayê bi dawî bike.