Jinên Suweydayê bi daxwaza edaletê carek din li hev kom bûn

Li bajarê Suweyda yê Sûriyeyê jinên ku beşdarî çalakiyan bûn careke din daxwaza edalet, wekhevî, başkirina rewşa aborî û siyasî kirin û bang kirin ku divê biryara hejmara 2254 ya NY were pêkanîn.

Navenda Nûçeyan - Jinên Suweydayê ji 17’ê Tebaxa 2023’an ve ji bo azadî û rûmeta xwe di çalakiyan de di nava refên li pêş de li ber xwe didin. Şêniyên bajarê Suweyda ya Sûriyeyê di 11 Cotmehê de li Qada Kerama hatin cem hev û careke din daxwaza edalet û wekheviyê kirin.

‘Ji rewşa welat herî zêde jin bi bandor dibin’

Mamosteya teqawîd Îlham El-Hamad a beşdarî çalakiyan bû got ku ji ber koçberkirina mamosteyan sîstema perwerdeyê li Sûriyeyê xerab bûye û got ku ew mamosteyan sûcdar nake ji ber ku meaşên mamosteyan  gelek kêm in. Her wiha destnîşan kir ku saziyên xizmetê her diçe bi paş dikeve û got ku li nexweşxaneyan ne xebatkarên tendirustiyê ne jî dermanan peyda dikin û wiha axaftina xwe domand: “Ji bo ku em kedxwariyê red dikin hatin Qada Kerema û ez hevî dikim ku ji bo zarokên me ev rewş baş bibe. Di vê tevgerê de ya herî bi hêz jin e, ji ber ku ji rewşa welat herî zêde jin bi bandor dibin.”

‘Divê siyaseta heyî bê guhertin’

May El-Jarmanî a ku tevlî çalakiyê bûye diyar kir ku divê rewşa siyasî û aborî were başkirin û wiha got: “Çekên li Îran û Sûriyeyê bûn sedem ku şer were welatê me û ew şer ne şerekî adil e. Em hevî dikin ku rewş baş bibe lê bi vê rejîmê re dê çawa be nizanim, ji bo ku rewşa aborî were guhertin divê di destpêkê de siyaset bê guhertin.”

‘Em ji bo rejîma zalim birûxînin li qadan in’

Jana El-Sagha jî diyar kir ku ew ji bo mafên xwe yên rewa ku dewletê ji wan girtiye çalakiyê li dar dixin û wiha pê de çû: “Em ji bo ku di civakê de wekheviyê pêk binîn û rejîma kedxwar, zalim birûxînin derketin qadan. Jin jiyana azad û bi îstîqrar dixwazin. Ji bo vê yekê em li vir in. Em dikarin bi çalakiyên xwe dengê xwe bigihîjînin hemû cîhanê.”