Rejîma Îranê 15 meh cezayê girtîgehê da Nergîs Muhammedî

Dadgeha rejîma Îranê li aktîvîst Nergîs Muhammedî ku Xelata Aştiyê ya Nobelê girtibû re 15 meh cezayê girtîgehê birî.

Navenda Nûçeyan- Li aktîvîsta girtî Nergîs Muhammedî ku Xelata Aştiyê ya Nobelê girtibû de, bi îdiaya “li dijî Komara Îslamî ya Îranê propaganda kiriye” 15 meh cezayê girtîgehê hat birîn. Li gel cezayê girtîgehê her wiha dadgehê ji bo du salan biryara qedexeya geştê, tevlibûna komên sosyo-polîtîk û bikaranîna telefonên androîdê da.

‘Ez ê gavek jî navêjim wê qesabxaneyê’

Nergîs Muhammedî, di danişîna berê ya dozê de dadgeha rejîmê weke “qesabxane” pênase kiribû û gotibû ku vê dadgehê biryara bidarvekirina gelek ciwanên îranî daye. Nergîs Muhammedî, wiha gotibû; “Ez ê gavek jî navêjim wê qesabxaneyê” û wiha domandibû: “Ez red dikim ku rayeyekî herî biçûk jî bidim dadgerên di bin fermana serwîsên nepen de û dadgehên dozên vala li dar dixin.”

13 caran hat girtin û 31 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn

Nergîs Muhammedî ku heta niha 13 caran hatiye girtin, 5 caran bi giştî 31 sal cezayê girtîgehê û cezayê 154 qamçiyan lê hatibû birîn. Ew yek ji pêşengên serhildana “Jin, jiyan, azadî” ya li rojhilatê Kurdistanê ye. Komîteya Nobelê di 6’ê Cotmehê de xelata aştiyê ya bi prestîj da Nergîs Muhammedî û ji ber “bi têkoşîna xwe ya li dijî zextên Îranê yên li ser jinan û hewldanên her kesê ji bo mafên mirovan û azadiyê teşwîq kir” pesnê wê dabû.