Hejmara kesên li Xezayê jiyana xwe ji dest dan 24 hezar derbas kir

Hejmara Filistîniyên ku di êrîşên Îsraîlê yên li dijî Xezayê de jiyana xwe ji dest dan gihişt 24 hezar û 100 kesan.

Navenda Nûçeyan- Hejmara Filistîniyên ku êrişên Îsraîlê yên ji 7’ê Cotmeha 2023’an vir ve li dijî Xezayê daye destpêkirin, jiyana xwe ji dest dane 24 hezar derbas kir.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ya li Xezayê; di nava 24 saetên dawî de 132 Filistîniyan di êrişên Îsraîlê de jiyana xwe ji dest dane û bi vê yekê re hejmara kesên di êrişên Îsraîlê de jiyana xwe ji dest dane gihişt 24 hezar û 100 kesan. Hat diyarkirin ku di êrişên dawî de 252 kes jî birîndar bûne û bi vê yekê re hejmara birîndaran jî derket 60 hezar û 834 kesan.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di nava 24 saetên dawî de Îsraîlê 12 komkujî kiriye û gelek birîndar hêj di bin kavilan de û li rex rêya ne. Hat ragihandin ku ambulans û komên parastina sivîl nikarin xwe bigihînin birîndaran.

30 hezar noqte hedef hatin girtin

Artêşa Îsraîlê jî bangawaziyên navneteweyî red kir û da zanîn ku ji 7’ê Cotmehê heta niha li dijî 30 hezar deverên Xezayê êriş pêk anîne. Her wiha hat destnîşankirin ku li Lubnanê jî 750 cihên aydî Hîzbûllahê hedef hatine girtin.