Der barê Nîlufer Hamîdî û Îlahe Muhammed de dozek nû hat vekirin

Der barê rojnameger Nîlufer Hamîdî û Îlahe Muhammed de ku li Îranê qetilkirina Jîna Emînî ji hemû cîhanê re ragihandin piştî çend saetan ji berdana wan dozek nû hate vekirin.

Navenda Nûçeyan - Der barê rojnameger Nîlufer Hamîdî û Îlahe Muhammed ên ku li Îranê qetilkirina Jîna Emînî ji hemû cîhanê re ragihandin de piştî çend saetan berdana wan dozek nû hate vekirin.

Rojnameger Nîlufer Hamîdî û Îlahe Muhammed ên ku qetilkirina Jîna Emînî ji rayagiştî re ragihandin, ji aliyê rejîma Îranê ve hatin binçavkirin û girtin. Rojnameger, piştî girtina 17 mehan di 14’ê Çileyê de bi 10 milyar tumen kefaletê hatin berdan.

Ajansa Nûçeyan a Mîzanê, ragihand ku ji ber her du rojnamevan piştî ji Girtîgeha Evînê ya li Tehranê derketin li derveyî rêgezên laçikê wêne weşandine derbarê wan de dozeke nû hatiye vekirin û da zanîn ku derbarê rojnamegeran de qedexeya derketina derveyî welat jî heye.