Rêjeya bêkariyê ji bo mêran ji sedî 7,7, ji bo jinan jî ji bû sedî 13,2

Li gorî daneyên meha Çile ya TUÎK’ê; Rêjeya bêkariyê ji bo mêran ji sedî 7,7 û ji bo jinan jî ji bo sedî 13,7. Rêjeya kesên îstîhdam kirin di mêran de sedî 66,9, di jinan de jî sedî 31,2 ye.

Navenda Nûçeyan- Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK), îstatîstîkên têkildarî kar ên meha Çile eşkere kir. Di meha Çile de betalî li gorî mehek beriya wê 166 hezar kes kêm bûye û bûye 3 milyon 424 hezar kes. Hat texmin kirin ku rêjeya bêkariyê ji sedî 0,5 puan kêm bû û bû ji sedî 9,7. Rêjeya bêkariyê ji bo mêran ji sedî 7,7 bû, ji bo jinan jî ji sedî 13,7 bû.

Rêjeya îstihdama jinan ji ya mêran kêmtir e

Rêjeya betaliyê di nav ciwanên 15-24 salî de li gorî meha borî 0,5 puan zêde bû û bû ji sedî 20,2. Rêjeya betaliyê di vê koma temenî de; ji bo mêran ji sedî 16,5 û ji bo jinan jî ji sedî 26,6 hat texmînkirin. 

Di Çileya 2023’an de hêza kar li gorî meha borî 188 hezar kes zêde bû û bû 35 milyon û 260 hezar kes, rêjeya tevlêbûna hêza kar jî 0,2 puan zêde bû û bû ji sedî 54,1. Rêjeya tevlêbûna hêza kar ji bo mêran ji sedî 72,5, ji bo jinan jî ji sedî 36,1 bû.

Rêjeya bêkariyê di nav nifûsa ciwan de ji sedî 20,2 ye

Rêjeya betaliyê di nav ciwanên 15-24 salî de li gorî meha borî 0,5 puan zêde bû û bû ji sedî 20,2. Rêjeya bêkariyê di vê koma temenî de; di mêran de ji sedî 16,5 û ji jinan jî ji sedî 26,6 hat texmînkirin.

Dema xebatê ya heftane bû 44,9 saet

Ji hêla demsalî û salnameya verastkirî navînî demjimêrên xebatê yên heftane yên rastîn ên kesên ku di heyama referansê de dixebitin li gorî meha berê 0,7 demjimêran zêde bû û di Rêbendana 2023-an de bû 44,9 demjimêr.

Rêjeya 'hêzakar ya xispal’ bû ji sedî 21,9

Rêjeya "hêza kar a xispal" ku ji kêmxebat, hêza kar a potansiyel û bêkaran pêk tê, di Çileya 2023’ an de li gorî meha borî 0,6 puan zêde bû ji sedî 21,9. Tevî ku rêjeya bihevrebûna kêmbûna kar û bêkaran ji sedî 15,3 bû, rêjeya karker û bêkaran bi hev re ji sedî 16,7 bû.