Rêhevaltiya 24 salan…
Terfa Hec Elî ya ji bajarê Hesekê behsa rêhevaltiya xwe ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re kir û rojbûna wî wekî ronahî û firehbûna asoyên mêjî û fikrên xwe pênase kir.
SORGUL ŞÊXO
Hesekê –Terfa Hec Elî ya 45 salî jineke ji Hesekê ye, 24 sal in jiyana cûda ku bala gel û gelek jinên şoreşger ên di oxira vê dozê de têdikoşin kişandiye, dijî. Terfa Hec Elî 24 sal in ango ji dema dîlgirtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan heya niha reş girê daye, ji me re behsa kurteçîroka xwe ya naskirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û rojbûna wî kir.
'MED TV wesîleya naskirina Rêber Ocalan bû'
Terfa Hec Elî di destpêka axaftina xwe de naskirina xwe ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Partiya Karkerên Kurdistanê bi van gotinan tîne ziman: "Qezaya ku di zaroktiyê de ez û malbat pê re rû bi rû man, bandorê li mêjiyê min kir û astengiyek li pêşiya xwendina min çêkir. Malbat ji mêj ve welatparêz bû. Naskirina partiyê di sala 1992'an de ji min re wekî kêliyên çûyîna dibistanê bû. Roj bi roj min Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK)'ê ji nêz ve, tevî rêhevaltiya wan nas dikir. Di sala 1994'an de xaltiya min tevlî refên PKK'ê bû û ji wê demê ve min soz da ku ez heya mirinê dilsoza PKK'ê bim. Di sala 1995'an de weşana MED TV dest pê kir. Wê demê min her tişt ji Rêber Ocalan heya jiyan û hevaltiya PKK'ê, bi riya nûçe, bername, bernameyên taybet û dosyayên ku dihatin çêkirin, nas kir û bandorê li kesayet û awayê jiyana min kir."
24 sal…
Terfa Hec Elî da zanîn ku wê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dahurandinên wî yên li ser azadiya jin û civakê nas kiriye û wiha domand: "Dema ku Rêber Apo behsa komploya ku pê re rû bi rû mabû dikir, bêtir bandorê li kesayeta min dikir. Piştî komploya 15'ê Sibata 1999'an min wêneyên Rêber Ocalan girt û jê re soz da ku heya ew di Îmraliyê de be, ez ê jî di odeya xwe de bim û wekî wî bijîm. Ez ê xwarineke xweş nexwim û dernekevim derve, civatan venekim, di havînan de jî li hundir radizêm û ev 24 sal in min goşt nexwariye. Di zivistanê de ji bo ku wêneyên wî zirarê nebînin, ji ber hinek bi cam û hinekî jî bê cam in, ez sobeyê danaynim. Her sibeh ez wêneyan paqij dikim û bi wan re diaxivim. Dema serê xwe datînim ser balîfê jî ez pirtûka wî datînim ber serê xwe û pê re diaxivim heya dikevim xewê."
40 milyon Kurd derbas kir…
Terfa Hec Elî da xuyakirin ku îro Rêber Ocalan ne tenê serokê 40 milyon Kurdan e bûye serokekî neteweyî û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Rêberê me rêberekî wisa xwedî felsefe û bîrdoziya kûr e, ji ber wê îro Ocalan rêbertiya 40 milyon Kurdan derbas kiriye. Rêber Ocalan rêberekî neteweyî ye. Dîlgirtina wî jî ne tenê ji ber doza Gelê Kurd e, ji ber xwedîderketina wî li gelek netewên ku bi polîtîkayên qirkirinê û êrîşan re rû bi rû hatine ye. Bêguman doza gelê Kurd çareser nebe, wê cîhan her bi şer re rû bi rû bimîne. Jin bêtir girêdayî Rêber Ocalan in, ji ber ku xwedî li wan derket û hişt ji nû ve serî hildin û dîroka xwe ya serkeftinê bi xwe binivîsînin."
'Divê em doza gelê Kurd baş fêm bikin'
Terfa Hec Elî anî ziman ku odeya wê wekî Akademiya Şehîd Mahsûm Korkumaz tê nasîn û ev tişt got: "Xwendin û nivîsandina min tune ye, ji ber qezaya ku bandorê li mêjiyê min kir. Lê belê bi naskirina Rêber Ocalan, PKK û şehîdên tevgerê re, ez fêrî her tiştî bûm. Jiyana cuda ye, ez bi vê jiyanê jî serbilind im. Odeya min wekî Akademiya Mehsûm Korkumaz, biryargeh û odeya Apociyan tê nasîn. Bê Serok jiyan nabe ger serokê me nebe hema bila ev jiyan jî li me heram be. Em çiqasî hewl bidin vê xebatê bi awayekî baş bimeşînin jî em ê her deyndarê wî bin. Divê ku em rêhevaltiya xwe ya bi rêbertiya xwe re nîvçe nehêlin û wê bidomînin. Serokê me ji bo dozekê ketiye zindanê divê ku em vê doze baş fêm bikin û ji bo wê bi awayekî rast têbikoşin."
'Em wisa bikin ku bila rojbûna Ocalan a îsal bibe sala azadiyê'
Terfa Hec Elî di dawiyê de wiha got: "Divê di rojbûna Rêber Abdullah Ocalan a 74'an de, em wisa bikin ku sala wî ya nû bibe sala azadiyê û jiyana di nava gel û jinan de. Dijmin çi bike jî wê nikaribe pêşî li fikr û ramanên serok bigre. Ocalan ji me re ronahî ye, riyên tarî ronî kir, asoyên mejî û fikirandinên me firehtir kir."
Piştî axaftinê, Terfa Hec Elî strana "4'ê Nîsanê bi wate ye, rojbûna rêberê me ye" got.