‘Malbat bi feraseta paşverû rê li jinan digrin’
Çanda paşverû ya ku fikir û ramanên mêr lê serdest in, di gelek waran de pêşî li jinan digre û dibe sedem ku kiryarên li dijî jinan di her warî de bidomin. Çalakvan Diyarî Ferûdun got divê malbat ji wê ferasetê xwe rizgar bikin û piştgiriyê bidin jinan.
ŞÎRÎN SALIH
Silêmanî- Di nava civaka Kurd de bi taybetî di nava civaka Başûrê Kurdistanê de her roja ku diçe rêjeya tundîtûjiya li hemberî jinan zêde dibe û li Başûrê Kurdistanê cureyên tundiyê gelek in. Ji ber zordestiya aqilê mêrsalarî, kevneşopî, zewaca bi zorê, rêgiriya malbatê li hemberî jinan nahêle jin bi îradeya xwe bijîn. Hilbijartina jiyana hevbeş ku mafê hemû kesan e, ji bo jinan tê astengkirin nahêlin jiyana hevjînî bi îradeya xwe ava bikin lê belê di civaka Kurd de ev maf ji jinên ciwan hatiye girtin.
‘Ferzkirina zewacê li ser jinên ciwan tewana herî mezin e’
Rojnameger û çalakvana mafên mirovan Diyarî Ferûdun der barê pirsgirêkên di nava civaka Başûrê Kurdistanê de ji ajansa me re axivî û diyar kir ku gavên ji bo jiyana hevbeş di destên malbatan de ye. Bi perwerdeyê her çendî civak ber bi pêş ve diçe jî fikrên paşverû hê jî hene û got: “Dema ku jinek ciwan dixwaze bizewice ji ber kevneşopiya civakê malbat astegiyan derdixe. Ger razî jî bibin malbat çend mercan didin pêşiya wan. Merca herî giran jî ew e ku ji keça xwe re dibêjin ‘Ger pirsgirêkek çêbibe ji bîr neke mala bavê te heye.’ Ev bi xwe karesata herî mezin e, li vê derê karesat di nava civak û malbatê de dest pê dike.”
‘Tundiya herî mezin a derûnî malbat li hemberî jinan dike’
Diyarî Ferûdun da zanîn ku niha çend dozên jinan li dadgehê hene, tenê ji ber ku malbatê ew red kirine. Dema ku zewiciye, malbata wê jê re gotiye; ‘Madem ji bo zewacê te ev kes hilbijartiye, me ji bîr bike.’ Li aliyekî din ger di nava zewacê de pirsgirêk hebin mala bav razî nabin hev berdin, bi taybetî ger zarok hebin. Razî dibin careke din merc didin pêşberî jinan û dibêjin ‘ger cuda bibî nabe ku tu zaroka xwe li gel xwe bînî.’ Ev mercên herî giran in tundiya derûnî ne li hemberî jinan û wiha domand: “Danîna van mercan ji bo jinan rê ji bo bikaranîna tundiya mêr a li hemberî jinan vedike û piştgirînedayînna malbatê, wisa dike ku jin vê tundiyê qebûl bikin. Bi vê jî herdûumalên jin û mêr tundiyê li jinan dikin. Ev jî wisa dike ku rêjeya tundiyê zêdetir bibe û jin ber bi xwekuştinê ve biçe.”
‘Zewaca bi zorê di civaka Kurd de her dem hebûye’
Diyarî Ferûdun destnîşan kir ku di nava civaka Kurd de bi taybetî di nava civaka Başûrê Kurdistanê de zewicandina zarokên keç a bi zorê maye û got: “Di demek wisa de ku êdî nabe kes kesê bi zorê bide zewicandin, mixabin di nava civaka me de hê jî bi zorê zewicandina zarokên keç heye. Ev fikir rêgirî di hilbijartina her tiştî de ji bo jinan çêdike. Di encamê de civakek bi aloz derdikeve. Wekî hevberdan û zewaca cara duyem, çêbûna pêwendiyên ji derveyî malbatê. Di nava civaka me de gelek kesên rewşenbîr hene lê belê di vî alî de tu cudahiya wan ji kesên din nîn e, ji ber ku bi wê fikrê hatine perwerdekirin û nikarin vê yekê derbas bikin.”