Perwîn Yûsif: Rojbûna Rêber Apo vejîna dîrokê ye
Endama Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Perwîn Yûsif Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan weke vejîna azadiya jinan pênase kir û got, “Rêber Apo di şexsê jinan de demokrasî û azadiya gelan pênase kiriye.”
ROJ HOZAN
Qamişlo - Bi boneya 74’yemîn Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jin li tevahî Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê soza xwe ya têkoşîn û berxwedanê nû dikin. Bi hebûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re jinên Kurd bûn xwedî nasname û hebûn. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan zêdetirî nîvê temenê xwe di zindana Îmraliyê de ji bo jinên Kurd û tevahî civakan li ber xwe dide. Rojbûna wî zayîna civaka Kurd bû ku êdî li hemberî hemû sîstem û rengên zordariyê ev civak careke din bibe xwedî hêz û îrade.
Endama Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD ) Perwîn Yûsif Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir û destnîşan kir ku 4'ê Nîsanê ji bo gelan û jinan roja vejînê ye.
‘Di şexsê Rêber Apo de me girêdana xwe ya bi ax û dîroka xwe re nas kir’
Perwîn Yûsif watedariya Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo jin û gelan pênase kir û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Di serî de em rojbûna Rêber Apo li hemû gelên bindest û azadîxwaz pîroz dikin. Rojbûna Rêber Apo ji bo me weke gelê Kurd roja azadiyê bi rengê xwe yê rast e. Di şexsê Rêber Apo de me hebûn û girêdana xwe bi ax û dîroka xwe re nas kir. Ji bo wê em weke jin di rojbûna Rêber Apo de nûbûn û heqîqeta xwe dibînin. Rêber Apo dibêje ‘Heya jin azad nebin civak jî azad nabe’ bi vê yekê re bi azadiya jinan re watedariya rast a azadiyê daniye pêşiya me jinan. Rêber Apo di şexsê jinan de demokrasî û azadiya gelan pênase kiriye ji bo wê em weke jin rojbûna Rêber Apo rojbûna xwe dibînin.”
‘Rêber Apo dîrokeke nû ji bo têkoşîna jinan pejirand’
Perwîn Yûsif behsa têkoşîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li dijî zordariya li se jin û civakê kir û wiha pêde çû: “Rêber Apo di fikrên xwe de azad e ji bo wê niha rastî tecrîdeke giran di zindana Îmraliyê de tê. Rêber Apo bi fikir û ramanên azad lêkolîneke kûr ji bo heqîqeta gelan daye meşandin û bi wê heqîqeta ku ji cîhanê re daye nîşandan dîrokeke nû ji bo tevahî jinan pejirand. Ji bo wê di salvegera rojbûna Rêber Apo de em dibêjin ku jin careke din dê di tariyê de nemînin. Wê jin her dem pêşeng, azad bin, di qadên pêş ên têkoşînê de bin. Rêber Apo layiqî jinan nedît ku dîsa li ber destên sîsteman kole bimînin, ji bo wê di hemû nêrînên xwe de jinan da pêş û hevaltiyeke xurt da jinan û bi hev re hebûneke nû dan çêkirin. Bi boneya 4’ê Nîsanê em Rojbûna Rêber Apo li tevahî jinan, gelan û civakan pîroz dikin û dibêjin azadî ji bo Rêber Apo.”