Rêgiriya Hikumeta Şamê felaketên mezin li ser Şehbayê ava dike

Saziyên peywendîdar ên herêma Efrîn-Şehba têkildarî rêgiriya Hikumeta Şamê li ser Şehbayê de gotin: "Rêgiriya Hikumeta Şamê felaketên mezin li ser Şehbayê ava dike.”

HESNA MIHEMED

Şehba – Piştî êrişên dagirkeriyê yê dewleta Tirk li ser Efrînê pêkanî di 18’ê Adara 2018’an de gelê Efrînê neçar ma koçî herema Şehbayê bike. Şêniyên Efrînî ku li Şehbayê dijîn li gel êrişên dewleta Tirk ên rûbirû dimîne, bi ambargo û rêgiriya hikûmeta Şamê re rûbirû ne.

Hikumeta Şamê ev bû 5 sal polîtîkayên dorpêç û rêgiriyê ser Şehbayê dimeşîne û nahêle pêdîvî û pêwîstiyên jiyanî yên gel derbasî herêmê bibe. Di heman demê de ev rêgirî yekser bandorê li ser qada aborî û tendirustî yên herêmê dike ku milet di vir de gelek astengiyan dibînin û rêjeyên tiştan buhatir dibe, lê dîsa berxwedana û vîna wan ji dorpêça Hikumeta Şamê bi hêztirin.

 Endama Desteya Aborî û hevseroka Desteya Tendirustî yên herêma Efrîn-Şehba derbarê bandora amborguya Hikumeta Şamê li ser herêmê axivî.

Gel zehmetiyan dikşîne

Endama Desteya Aborî ya herêma Efrîn-Şehba Rehîma Kinco behsa bandora rêgiriya Hikumeta Şamê li ser aboriya herêmê kir û wiha vegot: "Rêgiriya Hikumeta Şamê li ser Şehabyê û derbasbûna pêdîviyên jiyanî hatiye qedexekirin, gelek astengî û zehmetî tên jiyîn. Bi taybet ev dorpêçî bandorê xwe neynî ser qada aborî û çandiniyê dike, ji ber Şehba herêmek çandinî ye û pêwîstiyên wê bi madeyên çandiniyê heye, lê dorpêça ku hatiye ferzkirin gelek zehmetiyan bi xwe re ava dike. Ev yek jî dihêle ku qada aborî paşve vegere û pêdîviyên jiyanî buhatir bibe li ser gel. Di heman demê de derfetên kar jî kêm dibin lewra milet nikare debara xwe bikin û rastî zehmetiyên jiyanê tên. Ji ber rêgiriyê aboriya herêmê şûn ve diçe. Daxwaza me ew e ku ev dorpêçî bê rakirin ji bo projeyên aborî û çandinî ji milet re pêşkêş bikin û aboriya herêmê bilind bibe."

Di qada tenduristî de zehmetî tên jiyîn

Hevseroka Desteya Tendirustî ya Efrîn-Şehba Eliya Mihemed jî bal kişand ser bandorê dorpêçê li qada tendirustî û kareseta ku bê jiyîn û got: "Dorpêçek gelek mezin û dijwar li ser Şehbayê ji aliyê Hikumeta Şamê ve hatiye ferzkirin. Para herî mezin ji vê rêgiriyê digire qada tendirustî ye. Di milê kêmbûna dermanan de em gelek astengiyan dikşînin. Her wiha bandora dorpêçê ser deruniya kesayetan jî dike lewra serdanên wan ji nexweşxaneyan re zêdetir dibe di vir de jî em zehmetiyan dibînin ji ber tedewiyên wan em nikarin peyda bikin. Zextek mezin ser gel heye, bi taybet kesên ku nexweşiyên wan giran in û pêwîstiyên wan her tim bi derman hene. Lê ji ber rêgiriyê em nikarin ji wan re peyda bikin ev jî dihêle rewşa wan zehmettir bibe. Ji destpêka avêtina dorpêça li ser qadê em bangwaziyên xwe ji saziyên mafê mirovan û yên tendirustî yên cîhanî dikin ku vê dorpêçê ser gel bê rakirin û pêdîviyên wan bi cih bînin."