Li rojnemger Rojîn Atalay cezayê retweeta tweeterê birin

Xebatkara rojnemeya Yenî Yaşamê Rojîn Atalay ji doza ku tê darazandin bi hêceta ku tweetek retweet kiriye cezayê girtîgehê lê hate birin.

Navenda Nûçeyan- Xebatkara rojnemeya Yenî Yaşamê Rojîn Atalay li balafirxaneya Sabihan Gokçen ya Stenbolê di 28’ê Çileya 2022’an de bi îdeaya ‘endamtiya rêxistinê’ hatibû binçavkirin û hatibû berdan di danaşîna yekem ya doza ku jê dihat darazandin de biryar hate dayîn.

Danaşîna ku li 22’emîn dadgeha Cezayê giran ya Stenbolê hatî dîtin de, parvekirinê Rojîn Atalay ên li ser medyaya dijîta weke hêcet hate nişandan û xwestin were cezakirin. Wêneyê siyasetmedara Kurd Sakîne Cansiz ku li Parîsê hatibû qetilkirin bi îfadeya ‘Berxwedn jiyane’ tweetek ku li tweeterê hatibû parvekirin retweet kiribû bû mijara sûc. Hat xwestin ku rojnameger bi cezayê propagandeya rêxistinê kiriye di çarçoveya TMK53/1 (Di encama mehkumyeta cezayê girtîgehê, ji mafê diyar bê par hêlan) xwest were cezakirin.

Cezayê ‘Halê baş’!

Dadgehê biryar eşkere kir. Rojîn Atalay bi îdeaya propaxandeya rêxistin di sînorê binî de 1 sal cezayê girtîgehê. Ji ber ev sûc li ser medyaya dijîtal pêkaniye ceza zêdekir û biryar da ku ceza bibe 1 sal û 6 meh. Dadgehê daxistina ‘halê baş’ kir, cez daxist 1 sal û 3 meh cezayê girtîgehê û biryara ku eşkere kirina hiqûqê paşde bimîne (HAGB) da.