Dayika Gulcana ku hatibû qetilkirin: Bila kujer were cezakirin

Sala borî di meha Kanûnê de Gulcan Atar ji aliyê Sezer Gezer ve hatibû qetilkirin doza wê ya lêpirsînê temam bû. Dayika Gulcanê Vetha Atar banga piştevaniyê li rêxistinên jinan kir û got: “Tenê tişta ku dixwazim edalet e.”

MEDİNE MAMEDOGLU

Amed- Gulcan Atar a 20 salî ku li taxa Gurdogan a Yenîşehîra bû, di 3’ê Kanûna 2022’an de ji aliyê mêrê ku bi zewaca dînî pê re zewicî bû, Sezer Gezer ve bi çekê rastî êrîşê hat. Gulcan Atar li nexweşxaneya ku lê dima piştî 10 rojan jiyana xwe ji dest da. Sezer Gezer diyar kir ku ne wî bi xwe bi çekê êrîş kiriye mêrê bi M.Ş.D êrîş kiriye, derket holê ku bûyer berê hatiye plankirin. Piştî îfadeyên dayika Gulcanê Vetha Atar û şahid R.D hûrguliyên bûyerê derketin holê, bersûc Sezer Gezere mehek û nîv paşê hat girtin û şandin girtîgehê. 

Bi plankirin hat qetilkirin!

Gulcan Atar di dema ku di çavdêriya awarte de wek bersûcê bûyerê M.Ş.D hatibû binçavkirin. Dayika bersûc Sezer Gezer Şukran Gezer ji bo ji sûc bireve demek kin de derket holê ku dixwazin sûc bêxin ser stuyê M.Ş.D. di delîlên ku hatibûn bidestxistin de derket holê ku M.Ş.D di saeta ku bûyer qewimî de li cihekî din bûye. Careke din îfadeyên şahidê bi navê R.D hatin girtin û wî da zanîn ku bûyer Sezer Gezer êrîş pêk aniye.

Bersûc bi gotinên ‘xeletî çêbû’ xwe parast

Dayika Gulcan Vetha Atar da zanîn ku keça wê Gulcan jê re gotiye: “Sezer Gezer û dayika wî xwestin min bikujin.” Piştî van zanyariyan Sezer Gezerê ku mehekê firar bû di roja 14’ê Çileyê de li gel dayika xwe Şukran Gezer hatin binçavkirin. Sezer Gezer di îfadeya xwe de got: “Çeka ku di destê min de bû min bi xeletî lêda.” Piştî rojekê hat girtin û şandin girtîgehê. Dayika Sezer Gezer Şukran Gezer jî hate girtin.

Di dozê de biryara veşartî heye!

Îdianameya der barê bûyerê de ku ji aliyê serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hat amadekirin temam bû. Di îdianameya ku ji aliyê dadgehê ve hat qebûlkirin de; bersûc Sezer Gezer, ji sûcê “Bi zanabûn kuştin, bêparkirina kes ji azadiyê û bi ruxsad girtina çekê” tê darizandin. Dayik Şukran Gezer jî wê bi sûcê ‘bi zanebûn kuştin’ derbikeve pêşberî dadgehê.

‘Tenê tişta dixwazim edalet e’

Danişîna yekem a îdianameya ku ji aliyê 7’emîn dadgeha cezayê Giran a Amedê ve hat erêkirin wê di 12’ê Kanûna 2023’an de were dîtin. Beriya danişînê Vetha Atar banga piştevaniyê kir û wiha got: “Keça min bi zanabûn hat qetilkirin. Gotinên wê yên dawî ev bûn. “Wan li min dan.” Ew mêr bi rojan nehat girtin, ez tenê edaletê dixwazim, ên ku wisa li keça min kirine divê cezayê xwe bigrin. Ez ji jinan piştgirî û piştevaniyê dixwazim. Keça min herî dawî bi min re axivî, zarokek wê li pey wê ma. Ev mirov çi cezayê giran heye bila bigrin.”