Radyoya ‘Dengê Jinê’ car din dest bi weşanê kir

Radyoya ‘Dengê Jinê’ ya ji aliyê Taliban ve bi hêceta ku weşana polîtîkayê binpê dike girtibûn, car din dest bi weşana xwe kir.

Navenda Nûçeyan – Piştî Taliban rêveberiya Afganistanê desteser kir, jin rastî gelek qedexeyên hêzên Talîban hatin û jin ji gelek mafên xwe yên derketin, xebitin û xwendinê bê par hatin hiştin.

Talîban herî dawiyê di 30’ê Adarê de istasyona radyoya ‘Dengê Jinê’ ya li Bedahşan girt. Hat zanîn ku îro radyoya ‘Degê Jinê’ cardin dest bi weşanê kir.