Li Amedê hilbijartin: Ji bo welatek adil guhertin şert e
Jinên Amedî yên ku me mîkrofonê direjî wan kir der barê hilbijartinên 14'ê Gulanê yên li Tirkiyeyê pêk bên de gotin ku ji bo welatekî adil guhertin şert e û bal kişandin ser krîza aborî û zêdebûna kuştina jinan.
MEDÎNE MAMEDOGLU
Amed - Çend roj beriya hilbijartinên 14’ê Gulana 2023’yan rojev li kolanan hilbijartin e. Tifaq li qadan dest bi xebatên xwe dikin, jin bi biryardariya parastina destkeftiyên xwe diçin ser sindoqan. Li kolanên Amedê jinên ku me mîkrofon dirêji wan kir bertek nîşanî krîza aborî û qirkirina jinan dan û der barê hikûmeta AKP'ê de gotin: "Edî pêwîst e biçin."
Destkeftiyên jinan di xeteriyê de ye!
Jinan bal kişand ser zêdebûna kuştina jinan li Tirkiyeyê ku di 5 mehên destpêkê de zêdetirî sed jin hatine qetilkirin, diyar kirin ku ew ê bi armanca edaletê û ji bo xwe jîngeheke aramtir biçin ser sindoqan. Piştî vekişandina peymana Stenbolê jinên ku piranî destkeftiyên wan ketine xeteriyê hilbijartin ji bo wan ‘dîrokî’ ye û bi hilbijartinê re tifaqa AKP-MHP’ê zagona 6284 a ku mafên jinan esas digire xistine rojevê. Li li hemberî polîtîkayên heyî bertekên jinan didomin.
‘Wê ciwan û jin rê bidin hilbijartinê’
Jinan destnîşan kir ku nikarin nanekî bikirin, destvala vedigerin malên xwe û zarokên wan bêkar mane, diyar kirin ku li welat jin weke mirovên di pileya duyemîn de tên dîtin. Mîkrofona ku me dirêjî jinan kir hêviyên xwe yên der barê hilbijartinê de bi van gotinan anîn ziman:
Gokçe Korkmaz: Ez ji pêvajoya heyî qet nerazî me. Niha divê em vê biguherînin. Welat îflas bûye û qediyaye. Jixwe her kes her tiştî dibîne. Bêguman divê were guhertin, cihêrengî her dem baş e. Divê êdî hikûmeteke cuda hebe. Ev rewş ji bo jinan jî derbasdar e. Em li welatekî ku edalet lê tune ye dijîn. Ger edalet hebûya em ê niha di rewşeke cuda de bûna. Her kes di ferqa vê tiştê de ye, tiştekî ku li welat nebûye tune ye. Gelek jin tên kuştin. Tiştekî nakin, tenê li vê rewşê temaşe dikin. Mirov ketine rewşeke wisa ku êdî nan bi destên wan nakeve. Çi dibe bi feqîran dibe. Di serî de em edalet û toleransê dixwazin. Divê desthilatdariya heyî biçe. Ji ber ku nikare îdare bike. Bila îstifa bikin, ne hewce ye ku ewqas zorê bidin. Ji ber ku nikarin îdare bikin, gel ji ber debara xwe û nanê xwe pir di tengasiyê de ye. Jin û ciwan wê pêşengiya vê hilbijartinê bikin. Sîstema heyî herî zêde zirarê da wan.
‘Em ê ji bo edaletê dengê xwe bi kar bînin’
Berra Bozkurt: Weke jineke ku li vî welatî dijîm, heta 19 saliya xwe min ev êş kişand. Dixwazim rêveberiyek nû were hilbijartin û mafê jinan û azadiya wan biparêze. Ji bo kuştina jinan tu ceza tune ye. Ev rewş ne tenê li ser mijara jinan, niha li tu qadan edalet nîn e. Em ê bi her awayî ji bo edalet were raya xwe bidin. Em dixwazin ev rewş bandoreke erênî li me bike. Niha tê gotin ku qaşo jin di warê hiqûqî de xwedî hin azadiyan in lê em vê yekê di jiyana xwe ya civakî de zêde nabînin. Ji ber vê yekê em ê sozên ku partiyan dane binirxînin. Bêguman partiya ku em ê dengê xwe bidin ne hikûmet e. Dema ku em li profîla dengdêran dinêrin, pêvajo erênî xuya dike.”
‘Mirov nikare nan bibe mala xwe’
Memduhe Altın: Rewş pir xirab e, mirov nikare tişteki bikire. Her tişt buha ye her kes xizan e debar pir zehmet bûye. Em nikarin fatureyên xwe bidin. Bila ev krîz bi dawî bibe û aştî were welat. Bila êdî ev krîz û xizanî xilas bibe. Mirov nikare nan bibe mala xwe.
‘Ev krîz dê heya ku derê biçe?’
Emîne Ozdemîr: Mala me terikiye lê kes nehat û nenihêrî. Gotin stûna hundirê malê şikestiye lê hûn dikarin lê bimînin. Em nikarin nanek jî bikirin. Dewlet li kesê mêze nake xwedî li kesê dernakeve. Êdî bes e. Divê mirov li hemberî vê yekê bêdeng nemîne. Ev krîz, ev rewş, ev wêranbûn heta ku derê dê bidome?