Hêrsa erdhejzedeyan bi qasî êşên wan mezin e
Li Semsûrê piştî erdheja 6’ê Sibatê tevî ku du meh derbas bûne jî birîn nehatine pêçandin. Hêrs û êşa erdhejzedeyên ku li ser xirbeyan zêmaran dibêjin wekî roja destpêkê zindî ye.
MEDÎNE MAMEDOGLU
Semsûr – Piştî erdhejê yek ji bajarên ku hê jî xirbeyên avahiyan tên rakirin Semsûr e. Li bajar, piştî rakirina xirbeyan tenê cihên vala man. Şîna erdhejzedeyan ji bo windakirina xizmên xwe roj bi roj vediguhere hêrsê. Ji erdhejzedeyan Gulê Akar jî ji ber rewşa heyî hêrsa xwe tîne ziman û dibêje ku 9 roj piştî erdhejê mirov ji bin xirbeyan hatine derxistin. Ji aliyekî ve zêmaran dibêje ji aliyekî ve jî berteka xwe li dijî hikumetê tîne ziman.
‘Nehiştin em tiştekî bikin’
Gulê Akar li taxa Cumhuriyetê di avahiyeke ku hilweşiyaye de keça wê, zavayê wê û sê neviyên wê jiyana xwe ji dest dane. Gulê Akar bi tîşortê neviyê xwe yê 5 salî li ser xirbeyê rûniştiye û behsa tiştên ku roja erdhejê jiyane dike û dibêje ku çar rojan kes nehatiye alîkariya wan, bi kepçeya ku anîne xebatên lêgerînê kirine lê hatine astengkirin.
Gulê Akar wiha didomîne: “Ew roj piştî erdhejê em hatin vê derê. Kurê min jî ji Kanadayê hat vir. Roja pêşîn gelek deng ji apartmanê dihatin. Me kepçe anîn lê nehiştin em di nava xirbeyan de bixebitin. Ger zû dest bi xebatê bikirana dibû ku zarokên min rizgar bûbûna.”
‘Roja pêşîn dengê hemû kesan dihat’
Gulê Akar da zanîn ku zarokên wê 9 roj di bin xirbeyan de mane û gotinên xwe wiha domand: “Li vê derê 3 blokên sîteyê hemû rûxiyan. Kurê min di rojekê di ji Kanadayê hat vê derê lê rayedar 4 rojan nehatin. Ger zû bihatana dibe ku me yekê ji wan rizgar bikira. 5 kes mirin. Me kir qîrîn, gazî kir lê me tu kesê rizgar nekir. Kezeba min peritî, me tu kesê ji vê apartmanê rizgar nekir. Hikumet tunebû her kes di bin xirbeyan de fetisî. Me li ber xwe da lê dîsa jî destûr nedan em tiştek bikin. Roja pêşîn dengê hemûyan dihat lê 9 roj kî dikare di bin xirbeyan de bimîne.”
‘Me hemûyan li ba hev defin kir’
Gulê Akar bi gotinên “Kezeba min dişewite” tiştên hatine serê wan tîne ziman û wiha bi dawî dike: “Gotin dê ‘cenaze bi komî werin definkirin’ û nexwestin bidin me. Me nepejirand. Me cenazeyên xwe girt, hemûyan li kêleka hev defin kir. Kezeba min dişewite. 5 kesên min mirin, qey wisa hêsan e. Ez dikim nakim zarokên xwe ji bîr nakim. Me hemûyan li kêleka hev razand.”