Qirkirina jinan û têkoşîna ku tê meşandin hat nîqaşkirin

Di panela ku bi sernava “Li hemberî Qirkirina Jinan Bibin Yek-Adalet ji bo hemuyan!” hat lidarxistin de bal li ser qetilkirina jinan, tundiya li ser jinê û têkoşîna li dijî pergala baviksalarî ya li cîhanê hat kişandin.

Navenda Nûçeyan - Bi hevkariya Akademiya Jineolojî, Tora Jin Pêşerojê Dihûnin û Însiyatifa Adalet ji Bo Nagihan Akarsel bi sernava “Li hemberî Qirkirina Jinan Bibin Yek-Adalet ji bo hemuyan!” li ser bernameya dîjîtal a Zoomê panelek hat lidar xistin. Ji gelek deverên cîhanê jin beşdarî panelê bûn.

Bi zimanên Kurdî, Tirkî, Erebî, Îngîlîzî, Îspanyolî û Fransî wergera pêşkeşiyan hat kirin. Moderatoriya panelê Zîlan Kurt kir. Di panelê de Endama Akademiya Jineolojî  û rojnameger Nagihan Akarsel a di 4’ê Cotmeha 2022’yan de li Başurê Kurdistanê hat qetilkirin hat bibîr anîn.

Jinên ku qirkirina jinan a her roj zêde dibe nîqaş kirin destnîşankirin ku kiryarên esasî hesabê nadin. Di panelê de her wiha bal li ser qirkirina jinan û tundiya li dijî jinan a li seranserî cîhanê û têkoşîna li dijî pergala baviksalar hat kişandin. Hat destnîşankirin ku li dijî tundî, metîngerî û netewperestiya ku pergala netew-dewletê piştevaniya wî dike ew armanc dikin ku hayjêbûnê ava bikin.