Jinan li dijî ‘cihêkariya zayendî’ ya li Efganistanê civîn lidarxistin

Komek aktîvîstên mafên mirovan ji bo naskirina ‘cihêkariya zayendî’ ya li Efganîstanê bi destê Talîbanê tê meşandin, li Osloyê civînek li dar xistin.

Navenda Nûçeyan – Komek ji çalakvanên mafên mirovan û parêzvanên mafên jinan li Osloya paytexta Norwêcê bi armanca piştevaniya jinên Efganistanê civînek li dar xistin û daxwaza kirin ku cihêkariya li Efganistanê were naskirin.

Dê li ser kiryarên Talîbanê gilî bê kirin

Çalakvana mafê mirovan û parêzvana mafê jinan Heda Xumoş di civînê de da zanîn ku ew li dijî ‘cihêkariya zayendî’ ya li Efganistanê tê meşandin piştgiriyê didin jinên Efganî û got: “Di vê hevdîtinê de em hewl didin bibin dengê bihêz yê jin û keçên Efganî û bi cîhanê bidin naskirin. Em dixwazin cihêkariya zayendî wek yek ji mijarên herî girîng ên ku dikare bi rê ve bibe nas bikin. Me tekez kir ku em di warê piştgirîkirina mafên jinan de li Efganistanê girîng bin.”

Di civînê de hat diyarkirin ku ew ê li dadgeha Laheyê gilî li ser kiryarên Talîbanê bi taybet li dijî jinan bikin.