Çalakvana Tûnisî: Rizgarî bi têkoşîna hevpar pêkan e

Seroka Yekîtiya Niştîmanî ya Jinên Tûnisê ya beşa Secnanê Hacer El Qasimî anî ziman ku li heremên gundewar ên Tûnisê jin bi tundî û metingeriya li ser kedê re rû bi rû tên û got ku rizgarî bi têkoşîna hevpar pêkan e.

ZIHÛR EL-MERŞIQÎ

Tûnis – Li Tûnisê roj bi roj tundî û zordariya li ser jinan zêde dibe. Parêzvanên mafên jinan diyar dikin ku qanûna 58'an a ku di sala 2017'an de ji bo têkoşîna li dijî cudakarî û şîdeta li ser jinê hate derxistin, li ser kaxezê ma û di pratîkê de pêk nehat, lê ew li qadê têkoşîna xwe didomînin.

Seroka beşa xwecihî ya Yekîtiya niştîmanî li Secnan ya girêdayî parêzgeha Binzirt a li Bakurê Tûnisê Hacer El Qasimî bal kişand rewşa jinan ku bi tundiyê re rû bi rû tên û got zagonên heyî nayên bicih anîn.

'Rizgariya jinan têkoşîneke hevpar e'

Hacer El Qasimî diyar kir ku komeleya ku mafên jinan diparêze û di vî warî de destekê dide her cure azadiya jinê ya ku armanca wê başkirina rewşa jinê ye dike û got ku azadiya jinê bi têkoşîna hevpar ve girêdayî ye. Hacer El Qasimî hêrsa xwe ya li hember êş û azarên ku jin li gund û bajaran dikişînin anî ziman û got, “Rewşa jinên Tûnisê heya ku hilkişin çiyayan û di her demsalê de di şert û mercên dijwar û trajîk de bixebitin, dê xirab bimîne. bijîn û rûmeta xwe biparêzin.” 

Jin bi tundî û metîngeriya kedê re rû bi rû dimînin

Hacer El Qasimî anî ziman ku ji ber ku berê buroya sendîkayê hatiye şewitandin ev dane winda bûne û diyar kir ku bi taybetî li gundan bi jinên rastî şîdetê tên û nikarin dengê xwe bidin bihîstin dîsa xebatên xwe dimeşînin. Hacer El Qasimî da zanîn ku bi taybetî li gundan ji ber pêkhateya civakî ya baviksalarî tercîh dikin ku li hemberî serpêhatiyên xwe bêdeng nemînin û diyar kir ku jin li zevî û kargehan jî rastî îstîsmara kedê tên. Hacer El Qasimî di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: 

“Piraniya rojên xwe di şert û mercên rêwîtiyê yên dijwar de û li kargehên ku demjimêrên wan ên dirêj û westayî û mûçeyên wan kêm in derbas dikin. Helbet ger şansê wî hebe di kargehê de karekî peyda dike. Her wiha rojane bi 5 dolaran li zeviyan dixebitî an jî debara xwe bi hilkişîna çiyayan û berhevkirina nebatan dike. Ew bi mûçeyek ku têra debara malbatê nake dixebitin. Sîgorteya tenduristiyê tune. Di pêşerojê de garantiya teqawidiyê tune. Ew li ber kîmyewî, demjimêrên dirêj ên rojê û sermayê ne. Ev dikare bibe sedema nexweşiyên kronîk û carinan kujer. Her çiqas rastî tarî û bi êş be jî jin ji bo jiyanek bi rûmet têdikoşin.”

'Hêviya me heye'

Hacer El Qasimî anî ziman ku ji salên 1990'î û vir ve weke yekîne têdikoşin û got, "Dema ku jin di nava şert û mercên zehmet de li çiyayan rihan kom dikin, em nikarin aştiyane bin. Hêviya me heye ku rewşa jinên li gundan baştir bibe. Em ê dengê jinan bidin bihîstin.”