Qanûna nû ya mehr hat pejirandin: Yekane amûra jinan a parastinê

Li Meclîsa Îranê, pêşnûnameya kêmkirina sînora temînata bicîhanîna mehrê bi 177 dengan hat pejirandin. Parêzvanên mafên jinan, difikirin ku ev pêşnûname avahiyek hiqûqî ya newekhev kûr nîşan dide û wê mehra ku yekane amûra hiqûqê ya jinan e, ji holê rake.

Navenda Nûçeyan- Di rûniştina vekirî ku îro hat lidarxistin de, Meclîsa Şûra ya Îslamî ya Îranê bi 177 dengên erê, 43 dengên na û 8 dengên bêalî, pêşnûmeya kêmkirina sînorê temînata bicîhanîna mehrê pejirand.

Li gorî qanûna nû ya mehrê, pêdiviya piştgiriya qanûnî ji 110 quruşan ji bo 14 quruş hat kêmkirin. Mehrên heta 14 quruşan, di bin bicîhanînê de ne û ji bo yên jortir jî tenê dema rewşa dahatê ya mêr têrkêr be, dirav tê dayîn. Li gorî daneyên fermî, piraniya jinan nikarin mehra xwe bicîhbînin, piraniya wan dev ji mehra xwe berdidin û mafê xwe yê hevberdanê bikartînin û ji ber vê yekê jî ketina girtîgehê ya mêran pir kêm pêktê.

Kêmkirina sînorê bicîhanîna mehrê, rûxmê qanûn û avahiya rêveberiyê ya ji bo jinan newekhev e jî, tê bicîhanîn û ev yek bertekên jinan a di nava rêveberiyê de zêde kir.

Sekreterê Giştî yê Partiyê û Seroka Eniya Reformê Azar Mansûrî, diyar dike ku qanûna nû ya mehrê newekheviyên qanûnî yên li Îranê çareser nake, bêrovajî yekane amûra parastina jinan sînordar dike. Mehr, ji bo jinên ji mafên wekhev bêpar e, veguherî mekanîzmayek rizgarbûnê. Azar Mansûrî, destnîşan dike mîna mînaka li Tûnisê, mimkune ku mehr bi rêya reformên qanûna malbatê, sembolîk bibe.

Pirsporên aboriyê, diyar dikin ku rakirina temîneta bicîhanînê, dê jinan ji qeyranê aborî û malbatî re bêparastin bihêle. Mehr, yekane rêya jinên bê derfetên darayî ye ku ji zewacên bi tund derbikevin û rakirina wê jinan mehkûmê têkiliyên bi tund dike.