Li Bamyanê piranî aydê jinan 111 pozîsyonên mamostehiyê hatin rakirin

Wezareta Perwerdiyê ya Talîbanê, ji dibistanên Bamyanê 111 pozîsyonên mamostehiyê rakir. Beşekî girîng a van pozîsyonan aydê jinan û mamosteyên xwedî tecrube ye.

Navenda Nûçeyan- Li gorî çavkaniyên Rêveberiya Perwerdeyê ya Bamyanê, Wezareta Perwerdeyê ya Talîbanê ji dibistanên parêzgehê 111 pozîsyonên mamostehiyê rakir. Li gorî van agahiyan, pozîsyonên ku herî zêde hatine rakirin aydê jinan in û her wiha hinek mamosteyên xwedî tecrube û ji 45 salî mezintir jî ji lîsteyê derxist.

Her wiha çavkaniyan, diyar kirin ku 27 kesên endamên Rêveberiya Perwerdeyê ya Bamyanê û 33 karmendên bi peyman ên  li dibistanên li seranserê parêzgehê dixebitin jî ji kar hatine girtin.

Wezareta Perwerdeyê ya Talîbanê, bi fermana lîdera komê nêzî 90 hezar pozîsyonan ji pergala xwe ya perwerdehiyê rakir û beşekî van pozîsyonan ji aliyê wezaretê ve mîna “vala" hatibûn destnîşankirin.

Di meha borî de, Talîbanê ji Rêveberiya Perwerdeyê ya Pancşirê jî 125 pozîsyonên mamostehiyê rakir.