NY: Divê biryara darvekirina Golî Kuhken were rawestandin
Pisporên mafên mirovan ên Neteweyên Yekbûyî, cezayê darvekirinê yê li jina Belûc Golî Kuhken a 25 salî ku di temenê biçûk de hatibû zewicandin û bi kuştina hevjînê xwe tê sûcdarkirin hatiye birîn were rawestandin.
Navenda Nûçeyan – Komek pisporên mafên mirovan ên Neteweyên Tekbûyî, duh bi belavokek hevpar xwestin cezayê darvekirinê yê li jina Belûc a 25 salî Golî Kuhken hatiye birîn were rawestandin. Gulî Kuhken bi sûcdariya kuştina hevjînê xwe, 7 sal berê hatiye girtin û niha li Girtîgeha Gorgan Emîrabad bi darvekirinê re rûbirû ye.
Belavoka hevpar ji aliyê raportora taybet a Îranê ya di warê mafên mirovan dixebite, Mae Sato, seroka Koma Xebatê ya li Dijî Cudakariya li ser Jinan Claudia Flores, alîkara serok Ivana Krstic, endam Dorothy Estrada Tanck, Hina Jilanî, Laura Nyirinkindî, raportora taybet a li dijî şîdeta li ser jinan Reem Alsalem û raportora taybet a li ser awayên koletiya modern dixebite Tomoya Obokata ve hat îmzekirin. Di belavokê de, bal hat kişandin ku doza Golî Kuhken, mînakek ji cudakariya zayendî ye û bicihanîna cezayê darvekirinê dê hiqûqa mafên mirovan a navneteweyî binpê bike.
Pisporên NY’ê diyar kirin ku doza Golî Kuhken yek ji mînakên zewicandina di temenê biçûk û şîdeta navê malê ye û cudakariya di pergala dadê ya Îranê de nîşan dide, hat bibîrxistin ku Kuhken 12 salî hatiye zewicandin, di 13 salî de bûye dayîk. Pisporan diyar kirin ku bi salan ji aliyê hevjînê xwe ve rastî şîdta fizîkû û psikolojik hatiye û di dema nîqaşek de hevjînê xwe kuştiye.
Îtirafa bi zorê û bê parêzer a Gulî Kuhken bû sedema cezayê ku lê hat birîn
Li gorî pisporên NY’ê, dadgehên mafên mirovan, di pêvajoya darizandinê de mercên wê yên taybet û pêvajoya ku rastî muameleya xirab hatiye li ber çavan negirtine. Her wiha hat gotin ku Golî Kuhken a ku xwendin û nivîsandinê nizane, di dema lêpirsînê de bê parêzer bûye û di bin zexta psîkolojîk de maye, neçar maye berpirsyariya kuştina hevjînê xwe bigre ser xwe. Îtirafa bi zorê ya Gulî Kuhken, bû sedema cezayê ku lê hat birîn.
Li gorî pisporan dibe ku ceza îsal were bicihanîn û wiha hat gotin: “Malbata kesê mirî qebûl kiriye ku ger heft sal paşê 10 milyar tumen pereyê xwînê bide (diyet) û Gorganê bi tevahî biterikîne dê neyê darvekirin.”
Dayîna vî pereyê ne pêkan e
Pisporan bal kişandin ku ji bo jineke Belûc a belgeyên nasnameya wê tune ne û ji aliyê malbata xwe ve hatiye vederkirin, temînkirina vî pereyê ne pêkan e û hat gotin ku dê darvekirina vê jinê ne ji ber edaletê ji ber nedayîna diyetê be.
Pisporên NY’ê hişyarî kirn ku darvekirina Golî Kuhken dê di warê edaletê de bibe lekeyek û dê hikumet jina ku bi salan rastî şîdetê hatiye û neçar maye xwe û zaroka xwe biparêze bikuje ku ev yek jî ne însanî ne jî hiqûqî ye.
Pisporan herî dawî bi gotinên; “Dosyaya Golî Kuhken, pir vekirî nîşan dide ku cudakariya zayendî û vederkirina ji ber nijadê çendî bûne yek û bêdadiyê diafirînin” bi bîr xistin ku ev doz, cudakariya li dijî jinan a di tevahiya daraza Îranê de heye ji hemû aliyan ve eşkere dike.