Platforma Jinên Başûr û Kongra Star li Koyê semînerek lidarxistin

Di 15’ê Tîrmeha 2026’an de Platforma Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Başûr, bi hevkariya Kongra Star, bi sernavê ‘Destekftiyên jin li Rojava û rehendên berbi yekîtiya neteweyî ve’ li navçeya Koye semînerek ji bo jin û çalakvanên medenî li darxistin.

ŞILÊR KOYE

Koye – Platforma Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Başûr, bi hevkariya Kongra Star, bi sernavê ‘Destekftiyên jin li Rojava û rehendên berbi yekîtiya neteweyî ve’ di 15’ê Tîrmehê de li navçeya Koye ya ser bi bajarê Hewlêrê semînerek ji bo jin û çalakvanên medenî li darxistin.

‘Em ê destkeftiyên xwe bi parêzin’

Di destpêka semînerê de, nûnera kongra Star û pêşkêşvana semînerê Necme Elûş, di gotara xwe de da zanîn ku li Rojhilata Navîn guhertinên mezin tê jiyîn û nexşerêya siyasî ya herêmê diguhere û got: “Divê Kurd, bi taybet jin, bikaribin xwe li gorî van guhertinan biguherînin û destkeftiyên xwe biparêzin. Em ê têkoşîna xwe heta ku mafên xwe di destûra bingehîn a Sûriyeyê de bicîh bînin bi domînin û em ê destkeftiyên xwe yên 15 salan bi parêzin.”

‘Em jinên Kurd bi hêzin’

Endama Rêxistina REPAK a Jinên Kurd, Endama Platforma Jinên Kurd li Başûr Roza Hesen ji ajansa mere axivî û got: “Destpêkê ji bo li darxistina semînerek wisa ji bo jin û rewşenbîrên Koye ez sipasî dikim. Helbet semînerên wiha ji bo naskirina hev û nasîna çanda hev, pir pêwîst in. Ji wê girîngtir em li Rojava û Başûr yek netewene, ez ji Rojavame lê li Başûr di xebitim. Pir girîng e ku em bi neteweya xwe bidin fêmkirin ku jinên Kurd di demên berê û niha de her tim pêşeng bûne û me di xebatên neteweyî de ev pêşengtî kiriye, ji ber vê ez dixwazim bi cîhanê bidim nasîn ku em jinên Kurd bihêz in.”

‘Em piştgiriya têkoşîna jinan dikin’

Rêvebera Saziya Şehîd û Qurbaniyên Enfalê Tavge Selah, got: “Em wek jinên başûr piştgiriyê didin têkoşîna jinan, bi taybet têkoşîna jinan a li başûr di demên berê de û me dixwest em ji têkoşîn û xebata wan sûd bigrin û ew jî ji ezmûna me sûd werbigirin, divê em piştgiriyê bidin wan û jin di destûrê de cih bigirin. Em van gavan girîng dibînin û hêvî dikin ku em nêzî hev bibin û hestên neteweyî zindî bikin.”

‘Em hewl didin van semîneran zêdetir pêk bînin’

Berpirsa Beşa Rêxistinên Malbenda 14’emîn a Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) li Koyê Rêjne Feryad, got: “Em kêfxweş in ku ev semîner îro bi alîkariya Platforma Jinên Başûr hate lidarxistin. Armanca me di vê xebatê de nîqaşkirina destkeftiyên jinan li Başûrê Kurdistanê bû û bal kişandin ser rola jinan di şoreş, têkoşîna sivîl û civakî de ye. Ev mijar girîng in û em hêvî dikin ku di pêşerojê de di vî warî de karên baştir bikin,û em ê bi alîkariya jinên Kongreya Star û çalakvanan berdewam bikin û em plan dikin ku van semîneran li hemû bajar û her çar beşên Kurdistanê pêşkêşî jinan bikin, da ku zêdetir jin beşdar bibin.”