Konferansa Jenosîdê nexşerêya nû eşkere kir

Encamnameya konferansa Jenosîd û Entegrasyona Demokratîk hat eşkere kirin. Di encamnameyê de daxwaza naskirina jenosîda li ser civaka Êzidî û entegrasyona demokratîk a Şengalê hat kirin.

Şengal – Konferansa Jenosîd û Entegrasyona Demokratîk ku bi pêşengtiya Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan a bi şîara “Edaleta Veguhez Wê Bibe Bingeha Entegrasyona Demokratîk” encamnameya xwe eşkere kir.

Encamnemaye konferansê wiha ye:

“Em wekî gelê Êzidî bi hezaran salin rastî qirkirin û fermanan tên. Heta niha jî êriş li ser me qut nebûne. Bi van êrişan erdnîgariya me perçe parçe kirin, em ji welatê me dûr kirin. Hejmareke ne diyar şehîd û wendayiyên me çêbûn. Xwestin zimanê me tune bikin, baweriya me bişkînin. Bi hezaran salin li ser çand û nasname me êriş hene. Ev êriş di bin gelek maneyên cuda çêbûne. Hinekan xwestin me bikin eskerên xwe, hinekan jî xwestin gund  û çiyayên me ji me bistînin û hinekan jî xwestin baweriya me bidin gûhertin. Lê di esas de armanca her yek ji wan êrişan tunekirina hebûna me bû. ‘Ferman bi destê gelek hêz û dewletan ve hat kirin’

Herî dawî di 3’ê Tebaxa 2014’an de fermana hat serê me ji hemû fermanên din  cudatir bû. Li pêş çavê hemû dinyayê bi îxanet û hevkariya gelek devlet û aliyan yek ji êrişên herî hovane ku ket nav rupelên dîrokê pêk hat. Hemû pîrozî, civak û warê me ket ber vê êrîşê. Hezaran zarok û jin hatin revandin, bi hezaran însan hatin qetilkirin û bi sedhazaran însanên me koçber bûn. Jin û zarok di bazaran de hatin firotin. Hîn bi hezaran şehîdên me di gorên komî de ne. Teslîmkirina hestiyên me li me dikin wek îşkenceyê. 12 sal ser jenosîdê re derbas bû lê hîn cenazeyên me li erdê ne. Bi sedhezaran însanên me hê jî di kampan û welatên cuda de nikarin vegerin welatê xwe. Hîn kavilên xaniyên me li erdê ne. Yek sucbar nehatiye cezakirin. Berovajî ew kes hê jî weke gefekê li derdora me hatine bi cîh kirin. Şengal hê jî bê statu ye. Zarokên Şengalê ku dixwazin gele xwe biparêzin ji gelek aliyan ve rastî êrîşan tên.

‘Divê Iraq û dewletên din jenosîda Êzidiyan nas bikin’

Ev konferansa îro ku hemû aliyên Êzidî yên welat û derveyî welat, bi dostên xwe yên ji Iraqê bigre heta Avrupa û welatan nişan da ku îradeye Êzidî û dostên xwe daniye holê îradeya çareseriyê ye. Dîsa bi riya vê konferansê em dixwazin ji bo pêçandina birînin me hemû aliyên peywendîdar bi erka xwe rabin. Di serî de dewleta Iraq û hemû dewlet jenosîdê nas bikin û qanuna jenosîdê pêk bînin. Îrade, nasname û baweriya me qebul bikin ku em îro dixwazin bi entegrasyoneke demokratîk mafê xwe mîsoger bikin. Çawa ev civak dewleta Iraqê dewleta xwe dibîne dewleta Iraqê jî divê vî gelî bê cudahî weke pêkhateya xwe ya esasî bibîne.

‘Me biryara mezinkirina tekoşîn û sazîbûnê daye’

Dîsa di vê konferansê de ji bo pêşîgirtina qetlîamên nû girîngîya yekîtî û sazîbûna gelê Êzidî hatiye niqaşkirin û ji bo demên pêş biryarên girîng hatine girtin. Bi taybet ji bo  pêkanîna qanûna jenosîd li welat û derveyî welat biryara mezinkirina tekoşîn û sazîbûnê hatine girtin. Dîsa bi desteka dost û hevalên xwe ji bo entegrasyoneke demokratîk ku weka pirojiya çareseriy ji boyî Rojihilta Navîn ku rêber APO pêşkeş kiriye civaka  Êzidî jî dikarin hebûn, çand û baweriya xwe biparêzin bi hemû aliyan re hatiye nîqaşkirin û biryara ketina tevgerê hatiye girtin.

Civaka Êzidî li gor qanûnên ku zemîna çareseriyê têde heye,mekanîzma werin avakirin da ku karibe nexşerêya entekrasyona demokartîk dayîne holê, ne siyaseta ku di hêlîne, entekrasyoneka demopokartîk ku dinava xwede di hewîne.”

Di konferansê de biryarên hatine girtin bi vê rengî ne:

 Li ser vê bingehê di konferansê de biryarên girîng hatin girtin û ji bo pêkanîna wan biryaran ji niha û pêde divê xebat bêne kirin û civaka Êzidî xwe bi xwe çarenivîsa xwe diyar bike, ew jî :

1.  Ew konferans wekî yekemîn konferansa jenosîd were qebûlkirin u salên pêşiya me da dewam bikin.

2.  Ji bo Jenosîd were naskirin saziyeke were avakirin.

3.  ji bo arşîva fermanê ku niha ne di destê civaka Êzidî de ye, xebat were meşandin û bê komkirin

4.  Ji bo şopên fermanê neyên jibîr kirin Şengala kevin weke Mûzaxane were hiştin.

5.  Ji bo jinûva avakirina Şengalê, bi hemû aliyên peywendîdar re têklilî û pêwendî werin pêşxistin.  

6.  Ji bo mîsoger kirina mafê civaka Êzidî û pêkanîna entegrasyona demokratîk xebat werin xurt kirin.

7.  Ji bo naskirina jenosîdê di hemû aliyan da xebat bêne meşaindin.