Bi nêzbûna salvegera Şoreşa Rojava re komxebatek li Qamişlo hat lidarxistin

Bi nêzbûna 14'emîn salvegera Şoreşa 19'Tîrmehê re, Jinên Ciwan û Kongra Star li Bexçeya Xwendinê ya bajarê Qamişloyê Komxebatek li darxistin.

Qamişlo – Şoreşa Rojava, bi navê Şoreşa Jin û Ciwanan tê naskirin, wekî ezmûnek tê pêşkêş kirin ku hewl da rola jinan xurt bike û ciwanan di warên cûda yên jiyanê de bihêz bike. Jin û Ciwan tekez kirin ku nirxên azadî, beşdarbûn û berxwedanê temsîl kiriye û îspat kiriye ku avakirina civakek bihêz bi dayîna roleke çalak ji jin û ciwanan re di şekildana pêşerojê û parastina rûmeta civakê de dest pê dike.

Ji ber vê yekê û bi boneya nêzîkbûna 14'emîn salvegera Şoreşa 19'Tîrmehê, Jinên Ciwan û Kongra Star li Bexçeya Xwendinê ya bajarê Qamişloyê, bi tevlîbûna jin û jinên ciwan Komxebatek li darxistin.

Komxebat bi deqeyek rêzgiritin jib o bîranîna cangoriyên azadiyê despêkir. Pişt re

Sînevîziyon li ser belgekirina 4 çandên jin  her wiha pêvajoyên ku jin tê de derbas bûne di şoreşê de hat pêşkêş kirin.

Her wiha piştî Sînevîziyon jinên ku di Komxebatê de beşdar bûne behsea tecrûbeyên xwe yên ku sûd jê girtine di vê şoreşê de kirin.

Şoreşê kesayeta jinan avakir

Selwa Silêman têkldarî tecrubeya xwe di şoreşê de axivî û wiha got: “Ez wekî jinekî gelekî sûd ji vê şoreşê girtiye, tevî ked û zehemtiyên ku em pê re rû bi rû man. Bi saya vê şoreşê îro min kesayeta xwe naskir û ez bûme jineke bi hêz û xwedî îrade."

Jina Ciwan Hêlîn Inz anî ziman ku dewletên desthilatdar dixwestin di rêya jin û ciwanan re hêza civakê bişkînin û wiha got: “Bi fikrên desthilatdar her dixwestin îradeya civakê bi rêya jin û ciwanan bişkînin. Lê her me ji cîhanê bi giştî re nîşan daye ku çiqasî hêza jina bi rêxistin kirî heye, her wiha tecrubeya jinên Rojava bû mînak ji cîhanê re.   

'Ji ber ku ji hêza jinan ditirsin ji bo wê jinê qebûl nakin'

Her wiha jina ciwan Hêvîn Elî tekez kir ku  metirsînek hikumeta demkî ji hêza jin heye û wiha got: “Ji dema berê ve di her milî de jin pêşketiye, lê belê mêr her naxwazin jin bibin xwedî hêz û her xwesteka wan ew e ku desthilatdariyê li ser jinan pêk bînin. Hikumeta demkî YPJ'ê qebûl nake her wiha jinan bi gştî qebûl nake, ji ber ku ji hêz û îradeya jin ditirse. Li ser milê me ye ku em hemû jinên civakê bi rêxistin bikin û asta wan ya zanebûnê bilind bikin.

Perwîn Cemîl jî wiha got: “Helbet Rêberê Gelê Kurd Ebdullah Ocalan hêza jinê dît heta ku ev şoreş bi navê jinê bi nav kir. Pêwîst e jin hemû bi yek dest û yek fikrî ji hev hez bikim, xwe bi rêxistin bikin û hebûna xwe diyar bikin.

'Destkeftiyên jinan encama têkoşînê ne'

Behiya Murad nêrîna xwe wiha anî ziman: “Jinan kar û xebatekî balkêş di vê şoreşê de kirin, her wiha yek ji destkeftiyên vê şoreşê YPJ'ê bû. Di heman demê de vê şoreşê gelek destkeftî bi destxisitin, wekî zanîngeh, peymangeh û saziyên taybet bi jin hatin avakirin, ev hemû encamên têkoşînê ne."

Emîna Emîn da zanîn ku bi fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jinan hebûna xwe naskirin û wiha got: “Bi saya vê şoreşê jinê xwe naskir. Ez jinekî ne xwendevanim, lê belê bi perwerdeyên li ser fikir û felsefeya Rêber Apo ez bûm xwedî hêz û baweriya min kesayeta min hat, îro ez dikarim bi demê dirêj semîneran bidim, ji ber ku ez bûme jinekî pêşketî."