Piştî derbasbûna 3 salan jî jin dipirsin: Gulistan Doku li ku ye?

Ji Gulistan Doku 3 sal in agahî nayê girtin. Malbat, parêzer, jin û rêxistinên jinan wê dest ji pirsê neberdin û bibêjin; ‘Gulistan Doku li ku ye?’

SARYA DENÎZ

Navenda Nûçeyan- Gulistan Doku ya ku xwenekara pola duyem a beşa pêşxistina zarokan a zanîngeha Munzûrê bû ji 5’ê Çileya sala 2020’an ve heta niha tu agahî jê nayê girtin. Gulistan ji cihê ku wendekar lê dimînin dema derket êdî tu agahê jê nehat girtin. Malbata wê ya ku li Amedê dijî roja ku keça wan winda bû berê xwe dan Dêrsimê û serlêdana windabûnê kirin. piştî wê demê her çendî ku lêpirsin hat destpêkirin jî îhmal û pirsên ku bêbersiv mane heta îro didomin.

Gumanbarê yekem ji derve ye

Di lêkolîna ku ji aliyê Dozgeriya Komarê ya Dersimê ve hat kirin de diyar bû ku herî dawî sînyala telefona Gulistan Doku li ser pira ku ji zanînageha Munzurê ve tê dîtin 2 kamerayên ewlehiyê hene. Lê belê hat gotin ku ev kamera xira bûne. Beriya ku Gulistan Doku winda bibe ew kesê ku pê re hevdîtin kiriye hat tesbîtkirin, ev kes havalê wê yê berê Zeynel Abarakov bû, hat binçavkirin, derxistin dadgehê û bi şertê kontrola edlî hat berdan, di dosyayê de tenê kesê bi guman ew bû.

Malbatê şûnde vegerandin

Malbat û parezerên Gulistan Doku di her firsetê de tînin ziman ku di dosyayê de lêgerênên pêwîst nehatine kirin û daxwazên xwe yên edaletê dubare dikin. Tevî hemû hewldanan jî malbatê tu encam negirt. Wezîrê edaletê bi hinceta ne musaîd e daxwazên hevdîtinê her dem li paş xist. Ew rewş bi tena serê xwe îhtîmala ku kujerê Gulistan Doku tê parastin zêdetir dike. Malbata ku xwest li ber deriyê wezaretê dengê xwe bigihîjîne, ji aliyê polîsan ve hat astengkirin. Di heman demê de pêşniyaznameya ku dan meclisê hat pirskirin ku ‘Gulistan Doku li ku ye?’ Pêşniyaznameya ku ji aliyê HDP’ê ve hat dayîn ji bo ev bûyer were lêkolînkirin, di 23’ê Sibata 2022’an de bi dengê AKP’ê hat redkirin.

Bi gotinên ku tenê Zainal Abarakov bi hev re peyam nivîsandine û tu eleqeya we bi bûyerê re nîn e parastin.

Malbat, parêzer, jin û rêxistinên civaka sivîl dest ji pirsa ‘Gulistan Doku li ku ye?’ bernedan. Ew jinên ku aqubeta Gulistanê pirs kirine polîsan êrîşê wan kir. Di daxuyaniyên çapemeniyê de jin hatin binçavkirin. Li rûxmê vê jî jin ji lêgerîn û pirsa Gulistan li ku ye bernadin.