Piştî Cenînê bajarê hilweşayî ma: Filistîniyan vedigerin malên xwe yên hilweşandi

Piştî êrîşa herî mezin a 20 salên dawî ya li ser bajarê Cenîn ê li Şerîa Rojava ya dibin dorpeça Îsraîlê ye, bajarê hilweşayî ma. Filistîniyan vedigerin malên xwe yên hilweşandî, Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu sinyala dê êrîş berdewam bikin da.

Navenda Nûçeyan- Di êrîşên esmanî û bejayî yên 2 rojan a li dijî bajarê Cenîn û Kampa Penaberan a Cenînê ya li Şerîa Rojava ya dibin dorpça Îsraîlê de, 4 jê zarok 12 Filistînî jiyana xwe ji dest dan û 20 jê giran 120 kes jî birîndar bûn. Ji bo kesên di êrîşan de jiyana xwe ji dest dan merasîmeke girseyî hat pêkanîn.

Di 20 salên dawî de êrîşa herî mezin

Piştî êrîşên ku wek operasyona herî mezin a 20 salên dawî tê nirxandin, bajara hilweşandî ma. Filistîniyan piştî êrîşan dest bi vegera malên xwe yên hilweşandî kirin.

Piştî dorpêça 2 rojan artêşa Îsraîlê ji bajarê Cenîn û Kampa Cenîn vekişiya, di daxuyaniya xwe de diyar kir ku "operasyon gihişte armanca xwe" û nêzî 300 kes hatine binçavkirin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li Cenînê leşkerekî Îsraîlê hatiye kuştin.

Binyamîn Netanyahu: Operasyona me ne yekcarî ye

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu, di serdana xwe ya li baregeheke leşkerî ya Îsraîlê ya li herêma Cenînê de wiha got: "Ez dikarim bibêjim ku operasyona me ya berfireh a li Cenînê ne yekcarî ye.” Binyamîn Netanyahû îdia kir ku ji bo zirarê nedin sivîlan hewildanek mezin dane û wiha got: “Kî bixwaze zirarê bide Îsraîliyan an dê bikeve girtîgehê an jî bikeve gorê."

Li ser Xezayê êrîş

Li gorî nûçeya di Rojnameya Bîrgunê de cih digre; Balafirên şer ên artêşa Îsraîlê ya ragihandin ji dorpêça Cenînê vekişiya, tevahiya şevê li bajarên Beyt Lahya û Xezayê hin çeperên aîdê komên Filistînî bombebaran kir. Şahidên bûyerê, diyar kirin ku malên li kêleka çeperên di êrîşê de hatin hedef girtin zirar dîtin.

Di daxuyaniya nivîskî ya ku ji aliyê artêşa Îsraîlê ve hat dayîn de jî hat diyarkirin ku êrîş “Wek bersiva 5 roketên ku ji Şerîda Xezayê ber bi Îsraîlê ve hatine avêtin hatiye pêkanîn” û wiha hate gotin: "Balafirên şer li dijî tesîseke binerd a departmana kîmyewî ya Hamasê ji bo hilberandina çekê bikartîne û li çeperek madeya xam a roket tê hilberandin êrişa hewayî pêkanî.”

NY’ê banga dawî anîna tundiya li dijî zarokan kir

Fona Alîkariya Zarokan (UNICEF) a Neteweyên Yekbûyî (NY) bang li Îsraîlê kir ku li bajarê Cenînê "Dev jî bikaranîna tundiyê ya li dijî zarokan tundiyê berde û demil dest dawî li tundiya çekdarî bîne". UNICEF'ê ragihand ku ji serê salê vir ve ji ber zêdebûna tundiya Qudsa Rojhilat jî di nav de li Şerîa Rojava 27 jê Filistînî û 6 jê Îsraîlî 33 zarok hatine qetilkirin. Hat destnîşankirin ku ev reqem windahiyên sala 2022’an ji sala 2004’an vir ve ji bo zarokan ‘sala herî kujer’ a li Şerîeya Rojava hat qebûl kirin, bilindir e.