‘Pêwîstiya jinên ku bi tundiyê re rûbirû tên bi edaletê heye’

Li Misrê saziyên jinên ku li dijî tundiya zayendî hişmendiya civakê ava dike, ji bo jinên ku gilî dikin dibêjin divê edalet di demê xwe de were pêkanîn û bang li jinan kirin ku bêdeng nebin.

ASMAA FATHI

Qahîre – Li Misrê mijara tundiya zayendî anîna rojevê, tevî hewldanên aşkerekirina tundiya ku jin rastî tên, hîna astengiyên civakê ên ku jinan berbi bêdengiyê ve dibin hene.

Yek ji jinên ciwan ê ku nexwest navê xwe aşkere bike, dema ku tiştên ku jiyan dikir di anî ziman diyar kir ku gelek zorî dikêşa û got: “Ez hê zarok bûm, heta ku ez ji wê malê derketim ez ji aliyê mamê xwe ve rastî destdirêjiyê hatim. Lêgerîna min ya ku li bajarek din xwendin û karkirin û îsrara min a divê mijarê de, min hê sedemê wê a rast ji malbata xwe re aşkere ne kiriye. Bi salan ez bêdeng mam û ez li rêyên ku ji vê rewşê rizgar bibim geriyam. Min biryar da ku li bajarek din serlêdana zanîngehekê bikim. Ji ber malbata min piştgiriya min nekir ez ji malê reviyam û ez li karekê geriyam. Min kar kir û hertim hewl da bi malbata xwe re bi axivim. Ji bo ez ji mala ku ji aliyê mamê ve xweve rastî destirêjiyê dihatim bi revim min hewildanek mezin kir.”

Ji jinan tê xwestin ku kiryaran aşkere bikin

Dildara Hewldana Alîkariya Hiqûqî a Jinan ya Sanad parêzer Sarah Camal da zanîn ku tundiya zayendî yek ji mijarên ku kêm tê axaftine û wiha got: “Bi giştî jin ji nîşandanê di tirsin û ji nêzîkatiyên civakê ên bi suc şerm dikin. Ji bo anîna ziman ya tundîya zayandî ku zarokên keç û jin rastî dimînin, divê werin teşwîqkirin ku li beramberî van pêkanîna bêdeng nebin. Yek ji amûra herî giring avakirina hişmendî û piştgiriya hiqûqî ye. Weke hewildan piştgirîdayîna zarokên keç û jinan, em wan teşwîq dikin ku tiştên ku hatîn serê wan û rewşên ku bûne şahid bêjin û aşkere bikin. Di pêvajoyên dozan de bi hişmendiya ku me avakirî re em bi gelek jinan re bûn alîkar. Me xwest ku jin bêdeng nebin û kiryaran aşkere bikin.”

‘Hê zêdetir pêwîstiya jinan bi piştevaniyê heye’

Sarah Camal diyarkir ku sazî li dijî tundiyê hewl didin zagonekê pêşbixin û got: “Ji ber bi giştî di mijara tundiyê de zagon nîne, em giringî didin bi tayet di nava dîwarên malê de tiştên ku di qewimîn. Hişmendîkirina jinan wê di avakirian edaletê de bi sûd be. Divê jin li dijî tundiya di nava malê de were parastin û em dixwazin ku jin di rewşên tundiyê de li cihên eleqeder gilî bikin. Di mijara veşartina daneyên mexdûrên tundiya zayendî de pêwîstî bi hê zêdetir piştgirî û ewlehiyê heye.” 

‘Divê ji bo jinan qadên bi ewle were avakirin’

Koordînatora Projeya Pêşxistinê ya Komeleya Pêşengtiya Walitiya Îskenderiya Sabreen Îsmail destnîşan kir ku saziyên sivil û komele jî tundiya zayendî ji di nav de bi giştî ji bo têkoşîna li dijî tundiyê xebat dikin û ji bo jin û zarokên keç bernameyên hişyariyê didin meşandin û got: “Êrîşên zayendî di jinan de tirsek mezin ava dike. Rewşa ku ji heqê wê derbikevin û di mijara piştgiriyê de rewşa ku jêre hişyarî pêwîste ye. Di heman demê de divê qadên ewlehiyê ji bo jinan were avakirin. Piraniya jinan dema ku gilî dikin rastî binpêkirinan tên. Civak di mijara kiryar bi maf derxistinê de, binpêkirinên tê jiyankirin jin û zarokên keç di tirsine. Jin dikare ji nişkave bikeve rewşa bi sûc, ji ber vê jî avakirina hişmeniyê neçarî ye.”  

‘Divê edalet di demê xwe de were pêkanîn’

Sabreen Îsmail bal kişand ser atolyeyên hişyarîkirinê û bi bîrxist ku piraniya ên ku tên atolyên hişmendîkirinê di erebeyên giştî de rastî tacîzan tên, eve bandorek nerênî li wan dikin û ji bo li dijî vê rawestin û rê nedin li bermaberî wan binpêkirinên mafan werin jiyan kirin,  xebat didin meşandin û got: “Gelek giringe ku ji bo mexdûr neyên nîşankirin û encamên tiştên ku bi serê wan hatine nekeve ser wan divê lez bê dayîna proseduran. Bi taybet jinên ku rastî tundiya zayendî tên, ew pêvajoyek dirêj ji edaletê bi guman dikin û ji bo edaletê bi dest bixin ji serlêdana rêyên zagonê dûr dikevin.”