Azadiya rojnamevanên girtî hat xwestin

DFG, MKG, DÎSK Basîn-Îş di daxuyaniyên xwe yên hemwext de azadiya rojnamevanên girtî Dîcle Muftuoglû, Abdurrahman Gok û Sedat Yilmaz xwestin.

Navenda Nûçeyan – Têkildarî doza rojnamevanên girtî Dîcle Muftuoglû, Abdurrahman Gok û Sedat Yilmaz de li ber kampusa Girtîgeha Sîncanê daxuyaniyeke çapemeniyê hat dayîn. Di daxuyaniyê de banga tevlîbûna danişînan hat kirin.

Danişîna Hevseroka Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) û Edîtora Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîcle Muftuoglû di 7’ê kanûnê de li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê, danişîna doza rojnameger Abdurrahman Gok dê di 5’ê kanûnê de li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê lidarxistin û danişîna doza edîtora MA’yê Sedat Yilmaz dê di 14’ê kanûnê de li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê û duyemîn danişîna doza rojnameger Abdurrahman Gok dê di 5’ê kanûnê de li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê dîtin.

DFG, Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) û DÎSK Basin Îş têkildarî dozên rojnmaegeran îro li Amed, Enqere û Stenbolê dê daxuyaniyên hevpar dan. 

‘Em dixwazin hevalên me di danişîna ewil de bên berdan’

Daxuyaniya li Enqereyê li pêşiya Kampûsa Girtîgeha Sîncanê tê dayîn. Rojnameger ji bo hempîşeyên xwe yên girtî daxuyaniyê dan. Rojnameger-nivîskar Huseyîn Aykol, endamên Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) û gelek rojnameger tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de wêneyên rojnamegeran hatin hilgirtin. Her wiha pankarta bi zimanên kurdî, tirkî û ingilîzî ya “Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin, ji rojnamegeran re azadî” hate vekirin.

Metna hevpar a ku li her sê bajaran hatiye xwendin ji hêla Nûnerê DÎSK Basin-Îşê yê Enqereyê Turgut Dedeoglû ve hate xwendin.

Rojnameger û nivîskar Huseyîn Aykol jî di daxuyaniyê de got ku di nava salekê de 35 rojnameger hatine girtin û ev tişt anî ziman: “Di 11 mehan de hejmara rojnamegerên hatine girtin zêde bû. Ya ku em dikin tenê rojnamegerî ye. Em hewl didin ji bo mafê agahîgirtinê yê gel bibin bersiv. Hevalên me bi mehan di hundir de dimînin lê di danişîna ewil de tên berdan. Çima? Jixwe rojnameger in û di dadgehê de jî diyar dibe ku rojnamegeriyê dikin. Lewma em dixwazin ku hevalên me di danişîna ewil de bên berdan.” 

‘Em ê heta dawiyê bi wan re bin’

Serokê TÎP’a Enqereyê Firat Çoban jî wiha got: “Dîroka çapemeniyê ya vî welatî di heman demê de dîroka qirkirin, girtin û zextê ye. Mixabin li vî welatî zêde tişt naguherin. Lê zext roj bi roj girantir dibipn. Hevalên me ji bilî rojnamegeriyê tiştek nekirine. Em ê heta dawiyê bi wan re bin.”

‘Rojnamegerî sûc nîne’

Li Stenbolê jî li ofîsa DÎSK Basin-Îşê daxuyanî hate dayîn. Gelek rojnameger tev li daxuyaniyê bûn. Midûra ji Karên Nivîsan a MA’yê Berpirsyar Dîren Yurtsever daxuyaniya hevpar xwend. Hevserokê DFG’ê Serdar Altan ji bo rojnamegerên girtî bang kir. Altan, ev tişt anî ziman: “Divê hevalên me tavilê bên berdan. Rojnamegerî sûc nîne. Hevalên me tu sûc nekirine. Tavilê hevalên me berdin.”

Serokê Giştî yê DÎSK Basin-Îşê Farûk Eren jî di daxuyaniyê de wiha got: “Zexta li ser rojnamegeran tu carî bi dawî nebû. Îdianameyên wan hiqûqî nînin. Rojnameger Abdurrahman Gok ji ber wêneyên Kemal Kurt îro di girtîgehê de ye. Rojnamegeriya ku dixwazin asteng bikin ev e. Em dikarin bi rêya piştevanî û heqîqetê ji vê tarîtiyê derkevin. Banga piştevaniyê li her kesî dikim.”

Banga piştevaniyê

Sekretera Giştî ya TGS’ê Banû Tune jî bal kişand ser daxuyaniya duh bi boneya 29’emîn salvegera bombekirina rojnameya Ozgur Ulkeyê û wiha got: “Xwestin Ozgur Ulkeyê tune bikin û îro jî zextên li ser rojnamegeran didomin. Heman aqil îro zextê li rojnamegeran dike. Banga piştevaniyê li her kesî dikim.”

Edîtora Ajansa Nûçeyan a Etkînê (ETHA) û nivîskar û rojnameger Ayşe Duzkan jî di daxuyaniyê de bal kişand ser zextên li ser rojnamegerên kurd û muxalîf û banga piştevaniyê kirin.

‘Ji bo ku nûçeyên rast ji raya giştî re ragihînin tên darizandin’

DFG, MKG û Dîsk Basin-Îş’ê li Amedê jî daxuyanî dan. Daxuyanî li ber Edliyeya Amedê hate dayîn û pankarta bi zimanên kurdî, tirkî û ingilîzî ya “Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin” hate vekirin. Her wiha wêneyên rojnamegeran hatin hilgirtin. Metna daxuyaniyê ya kurdî ji hêla Endama Rêveberiyê ya MKG’ê Roza Metîna ve û ya tirkî jî, ji hêla Sekretera DFG’ê Gulşen Koçûk ve hat xwendin.

Parlementera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Adalet Kaya di daxuyaniyê de axivî û wiha got: “Duh salvegera êrişa li ser rojnameya Ozgur Ulkeyê bû. Bi dehan sal ser re derbas bûn lê hêj jî faîl nehatine eşkerekirin. Em dizanin ka kê teşwîq kirine lê hêzên tarî yên di nav dewletê de nayên lêkolînkirin û darizandin. Her wiha îro jî zextên li ser çapemeniyê bi çewisandina edlî û hiqûqî dewam dikin. Dîcle Mûftûoglû, Sedat Yilmaz, Abdurrahman Gok û 62 rojnamegerên di girtîgehê de tên ragirtin, tenê ji ber xebatên xwe yên rojnamegeriyê û ji bo ku nûçeyên rast ji raya giştî re ragihînin tên darizandin.”

Adalet Kaya, bi lêv kir ku her çend ku li ser rojnamegerên muxalîf zextek hebe jî, zextên li ser rojnamegerên kurd bi awayekî sîstematîk tên domandin û wiha pê de çû: “Banga me ya ji vir ew e ku em li gel rojnamegerên xwe yên kurd bisekinin û li dijî vê desthilatê beşdarî danişînên wan bibin. Em dixwazin rojnameger tavilê bên berdan. Van hevalan ev pîşeye ji wan rojnamegerên ku ji bombeyan û êrişan rizgar bûne dewr girtine. Hûn nikarin bi tacîzên dadwerî û înfazê wan bitirsînin. Hevalên me tenê rojnamegeriyê dikin û ez bang li her kesî dikim ku beşdarî van danişînan bibin û li kêleka hevalên me cih bigirin.”