Îsraîl êrîşên xwe yên li ser Xezayê zêde kir

Piştî dawîbûna agribesta demkî ya di navbera Îsraîl û Hamasê de, tundiya êrîşên li dijî Xezayê jî zêde bûn. Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane gihişt 15 hezar û 523 kesan, hat hînbûn ji ber dijwariya êrîşan cenaze nikarin bên definkirin.

Navenda Nûçeyan - Piştî bidawîbûna agirbesta demkî ya di navbera Îsraîl û Hamasê de, êrişên artêşa Îsraîlê li ser Xezayê tundtir bûn. Îsraîlê, ji hewayî, bejahî û behrê êrîşên xwe yên li ser Xezayê berdewam dike.

Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Filistînê WAFA'yê, Îsraîlê êrîşî deriyê ketina Nexweşxaneya Kemal Advan a li bakur a ku ji aliyê zêdetirê 10 hezar Filistînî ve weke stargeh tê bikaranîn, kir. Hate parvekirin di êrîşa ku deriyê nexweşxaneyê hedef hat girtin de herî kêm 4 Filistînîyên ji cih warên xwe hatine koçberkirin jiyana xwe ji dest dan û 9 kes jî birîndar bûne. Hate balkişandin piştî êrîşê di navbera nexweşên li nexweşxaneyê tên dermankirin û kesên ji cih û warên xwe bûne de panîkek mezin hatiye jiyîn. Her wiha di nûçeyê de hat diyarkirin ji ber êrîşên dijwar ên Îsraîlê yên li ser herêmê, cenaze nikarin bên definkirin û hate parvekirin li Nexweşxaneya Kemal Advan zêdetirî 35 cenaze tên sekînandin.

Ji Îsraîlê daxuyaniya operasyona bejahî

Berdevkê Hêzên Parastinê yên Îsraîlê Danîel Hagarî, li Tel Avîvê derbarê êrîşan de daxuyaniya çapemenî da. Berdevk, wiha got: "IDF, li seranserê Zîvala Xezayê berfirehkirina operasyonên xwe yên bejayî yên li dijî navendên Hamasê berdewam dike” û da zanîn artêşa Îsraîlê di dema operasyonê de bi endamên Hamasê re rû bi rû hatiye. Berdevkê Artêşê, diyar kir ku Îsraîl 'ji bo piştgiriya hêzên bejayî yên li herêmên bajarî yên Xezayê bi pêş ve diçin, bi awayekî xurt piştgiriya hewayî bi kar tîne”. Danîel Hagarî, diyar kir li Zîvala Xezayê hêj 137 rehîn hene û diyar kir der barê vê yekê de îstîxbaratê berhev dikin.

Urdun: Hemwelatiyek me jiyana xwe ji dest da

Rêveberiya Urdunê daxuyaniyek da û diyar kir ku di encama bombebarana artêşa Îsraîlê ya li ser mala malbateke Urdunî ya li herêma Xezeyê dorpêçkirî de kesek jiyana xwe ji dest da. Wezareta Karên Derve ya Urdunê têkildarî mijarê daxuyaniyek nivîskî da. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Li Zîvala Xezayê mala ku hemwelatiyek me bi malbata xwe re lê dima, rastî êrîşa artêşa Îsraîlê ya dagirker hat."

UCM: Dema rêzgirtina yasayan hat

Ji aliyê din Serdozgerê Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî (UCM) Kerîm Xan jî, piştî serdana xwe ya bajarê Rimêlanê li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal vîdeoyek parve kir. Kerîm Xan, bang li Îsraîlê kir li gorî hiqûqa navneteweyî tevbigere û got dem hatiye ku Îsraîl rêz li hiqûqa navneteweyî bigre. Di parvekirinê de wiha hate gotin: "Ger ji mirovahiyê hinek rêzdariya me hebe, dema rêzgirtina yasatan hat. Ofîsa min van mijaran bi awayekî çalak lêkolîn dike." Di parvekirina ku hate dest nîşan kirin dibistan, nexweşxane, mizgeft, dêr û malên ku malbat lê dijîn di çarçoveya yasayên navnetewî de di bin parastinê de ne û divê nayên bombebarankirin û hate balkişandin ku Peymana Cenewrê ji bo parastina pitik, zarok, jin, kal û pîr û sivîlan heye.

UNICEF: Li başûrê Xezayê bombebarana herî giran a şer tê jiyîn

Fona Alîkariya Lezgîn a Zarokan a Navneteweyî ya Neteweyên Yekbûyî (UNICEF), diyar kir li başûrê Xezayê ji dîroka 7'ê Cotmehê vir ve ku êrîş destpêkirinê heta niha, bombebarana herî dijwar pêk hatiye. Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê Eşref el-Qudra, di civîna çapemeniyê ku duh pêkanî de, der barê êrîşên Îsraîlê yên berdewam dikin de agahî da. Eşref el-Qudra, diyar kir ji 7’ê Cotmehê vir ve hejmara kesên ku di êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezeyê de jiyana xwe ji dest dane derket 15 hezar û 523’an û hejmara birîndaran jî derket 41 hezar û 316’an.