Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk gihîşt qonaxeke krîtîk
Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk gihîşt merhaleyeke krîtîk. Trafîka siyasî ya li dora qanûna çarçoveyî û mekanîzmayên sepandinê lez girt. Tê payîn ku pêşnûme dê di 27’ê Tîrmehê de ji aliyê AKP’ê ve ji partiyên siyasî û raya giştî re were pêşkêş kirin.
Navenda Nûçeyan – Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk di merhaleya krîtîk de ye. Yek ji rojevên sereke yê siyaseta Tirkiyeyê qanûna çarçoveyî ye. Di nav hefteyê de trafîkeke pir gur yê siyasî tê meşandin. Wisa xuya dike ku wê ev trafîk di heftiya pêşiya me de jî bidome.
Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk di merhaleya krîtîk de ye. Qanûna çarçoveyî rojeva serekê ya siysasetê ye. Di nava hefteyê de liv û tevgera li ser qanûna çarçoveyî jî zêde bû. Di 20’ê Tîrmehê de heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê ku ji parlamenter Pervîn Buldan, Mîthat Sancar û parêzer Faîk Ozgur Erol pêk tên, çûn Girava Îmraliyê û bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re parve kirin. Heyetê li ser qanûna çarçoveyî pêşniyarên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî girtin û ew pêşniyar dê ji partiyên siyasî re bê parvekirin.
Kurtulmuş serdana komên partiyên siyasî kir
Ji aliyê din vê jî Serokê Meclisê Numan Kurtulmuş têkildarî qanûna çarçoveyî li meclisê serdana komên partiyên siyasî kir û hevdîtin pêk anî. Numan Kurtulmuş bi Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî, Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan, Koma Yenî Yolê, Kemal Kiliçdaroglu ku bi biryara “Betalkirina Teqez” weke Serokê Giştî yê CHPê hat peywirdarkirin, ÎYÎ Partî û AKPê re hevdîtin pêk anî. Numan Kurtulmuş piştî hevdîtinan daxuyanî da û diyar kir ku beriya meclis bikeve betlaneyê ew dê pêşnûmeya qanûna çarçoveyî bînin Lîjneya Giştî ya Meclisê. Heta peşnûmeya qanûna çarçoveyî were Lîjneya Giştî ya Meclisê di navbera partiyên siyasî de jî danûstandin û muzakereyên li ser pêşnûmeyê dê berdewam bikin.
Pêşnûme dê bi îmzaya AKP’ê bê pêşkêşkirin
Hat hîn bûn ku pêşnûmeya qanûna çarçoveyî ku dihat payin bi îmzayên hevpar ên partiyên siyasî ji Serokiya Meclise re be pêşkeş kirin dê tenê bi îmzaya AKPê roja dûşemî ji Serokatiya Meclisê re bê pêşkeşkirin. Heke tu pirsgirêk çênebin pêşnûme dê di 27ê Tîrmehê roja dûşemî ji aliyê Serokê Koma AKPê Abdullah Guler ve pêşkeşî Lîjneya Giştî ya Meclise be kirin.
Piştî pêşnûme ji Serokatiya Meclisê re hat pêşkeşkirin di 28ê Tîrmehê roja sêşemê yan jî 29ê Tîrmehê roja çarşemê ji Komîsyonên Edaletê re bê şandin. Pêşnûme heke roja sêşemê ji Komîsyonên Edaletê re bê şandin piştî 48 seatan roja îne dê ji Lîjneya Giştî ya Meclisê re bê şandin û bibe qanûn. Heke roja çarşemê ji komîsyonên Edaletê re bê şandin jî dê 1ê Tebaxê roja şemiyê ji Lîjneya Giştî ya Meclisê re bê şandin û bibe qanûn.
Tirs û nîqaşên li ser mekanîzmaya ewlehiyê
Ji bo qanûn li ser erdê bê sepandin jî ji aliyê desthilatê ve pêşniyara di bin baneya Lîjneya Ewlehiyê ya Netewî de ji bo koordînasyona pêvajoyê mekanîzmeyeke girêdayî Cigirê Serokkomar Cevdet Yilmaz bê avakirin û sepandina qanûnan bişopînê ji partiyên siyasî re hatiye kirin. Lê li gor agahiyên kulisan partiyên siyasî li ser vê pêşniyarê diyar kirine ku mekanîzmayeke bi vî rengî pirsgirêka Kurd tenê di ewlehiyê de sînordar dike û aliyên civakî paşguh dike. DEM Partî û partiyên muxalîf jî pêşniyara bila MGKê û Meclis bi hev re berpisyariyê bigirin, kirine. Ew pêşniyar ji Serokê Meclisê re hatiye kirin.
Li ser sepandina qanûna jî tê gotin weke 6 meh dem dê bê diyarkirin û heke hewcehî bê dîtin ji aliyê Serokkomar ve dem dê 6 mehê din jî bê dirêjkirin.