Li Sûdanê şer, Kolera û birçîbûn

Pevçûnên ji nîsana 2023’an vir ve berdewam dikin, li Sûdanê karesateke mirovî ya mezin afirandin. Tora Bîjîşkên Sûdanê hişyarî da ku tenê li Kordofana Bakur zêdetirî 200 hezar kes ji ber nebûna derman û xurekê di nav rewşeke trajîk de ne.

Navenda Nûçeyan – Li Sûdanê şewba Kolerayê, ji ber hilweşîna pergala tenduristiyê û pevçûnên berdewam ên di navbera artêş û Hêzên Piştgiriya Lezgîn (RSF) de zêdetir belav dibe û qeyrana mirovî ya ku gefê bi milyonan kesan dixwe û li gelek eyaletan hejmara kesên ji cih warên xwe dibin zêde dike, kûrtir dibe.

Wezareta Tenduristiyê ya Sûdanê, ragihand ku tîmên tenduristiyê li Kordofana Bakur, Kordofana Rojava, Darfûra Başûr û Xartûmê, gumanbarên nexweşiya kolerayê tespît kirine. Wezaretê, diyar kir ku belavbûna nexweşiyê û xirabûna rewşa mirovî ya ji ber pevçûnan berdewam dike û hejmara bûyeran eşkere nekir. Her wiha wezaretê, ragihand ku di bûyerên sorikê de kêmbûnek çêbûye, tenê 25 bûyerên nû hatine tomar kirin û mirin pêknehatiye.

Li Sûdanê 33 milyon kes hewceyî alîkariya mirovî ne

WHO’yê jî di 10’ê Tîrmehê de, diyar kir ku li Darfûr û Kordofanê şewba kolerayê belav dibe, 114 kes jiyana xwe ji dest dane û zêdetirî hezar û 330 bûyer hatine tesbîtkirin û tê payîn ku hejmar zêdetir bibe. Her wiha Rêxistinê, ragihand ku zêdetirî 33 milyon kes li Sûdanê hewceyî alîkariya mirovî ne, 21 milyon hewceyî xizmetên tenduristiyê ne û hejmara kesên ku ji cih û warên xwe bûne gihîşt 13.4 milyon.

Tora Bîjîşkên Sûdanê jî di 5’ê Tîrmehê de, ragihand ku 20 hezar jê zarok zêdetirî 200 hezar kesên ku li deverên rojavayê Barayê ya li eyaleta Kordofana Bakur dijîn, ji bilî şewba kolerayê û sorik, ji ber kêmasiyên giran ên derman û xurekê bi rewşên mirovî û tenduristiyê yên trajîk re rû bi rû ne.

Qeyrana mirovî kûrtir dibe

Ji 15 û 20’ê Cotmeha 2025’an û vir ve li eyaletên Darfûr û Nîla Şîn û sê eyaletên li herêma Kordofanê di navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Lezgîn de şerên dijwar tê jiyîn. Li gorî texmînên Neteweyên Yekbûyî, qeyrana mirovî ji ber pevçûnên ji Nîsana 2023’an vir ve kûrtir dibe û bi deh hezaran kesan hatine kuştin û bi qasî 13 milyon kes jî ji cih û warên xwe bûne.