Li çalakvan û rojnamevan Şîfa Zarayî cezayê pereyan hat birîn
Çalakvana Kurd a ji Qesra Şîrînê Şîfa Zarayî ji ber parvekirinên rexneyî yên li ser hesabê xwe yê Instagramê bi 50’î milyon tumênî hat cezakirin.
Navenda Nûçeyan – Li gorî raporên ku ji aliyê medyayên mafên mirovan ve hatine belavkirin, rojnamevan û çalakvana sivîl Şîfa Zarayî ya ku bi ji xelkê Qesra Şîrîn e, cezayê pereyan lê hat birîn.
Ceza 50’î milyon tumen e
Li gorî vê raporê, Şîfa Zarayî ku çalakvana sivîl a Kurd e û ji Qesra Şîrîn ya ser bi parêzgeha Kirmaşanê ye, bi xwe li Bûîn Zehra ya parêzgeha Qezvînê dijî. Di 11’ê Sibata sala 2026’an de, Lîsteka Yekem a Lêkolînê ya Dozgeriya Giştî û Şoreşgerî ya Bûyîn Zehrayê bi tohmeta "propagandaya dijî rêjîmê" cezayê 50’î milyon tumenî li wê birî.
Ev tohmet li ser bingeha belavkirina naverokên rexneyî yên li ser hesabê xwe yê Instagramê hatine spartin û her wiha dest danîn ser telefona wê ya destan jî.