Pêşeroj dê bi daxwazên jinan şêwe bibe
Zeynep Agbayir a yek ji bangewaza konferansa ku ji aliyê jinan ve li Enqereyê hate lidarxistin, diyar kir ku hatina cem hev a jinên xwedî nêrînên cuda û gelek binirx e.
ARJÎN DÎLEK ONCEL
Enqere- Konferansa ’Jin Li Kêleka Hev Li Ser Pêşerojê Diaxivin’ ya li ser banga 80 jinan, piştî nîqaşên berfireh a du rojan, bi dawî bû.
Di roja ewil a konferansa ku di dîroka 31’ê Cotmehê û 1’ê Mijdarê de li Enqereyê hat lidarxistin de, sernavên wekî azadî, demokrasi, edalet û hemwelatiya wekhev, kapîtalîzm û pergala kedxwariyê, têkoşîna ji bo mafên kedê û wekheviya zayendî ya civakî hate nîqaşkirin.
Di roja duyemîn de jî mijarên wekî berpirsiyariya siyasî ya ji bo aştiyê; çareseriyên demokratîk, meclîs û partiyên siyasî, azadkirina xweza û jiyanê û têkoşîna ji bo aştî û edaltê hate nîqaşkirin.
Yek ji bangaweza konferansê Zeynep Duygu Agbayir, armanc û girîngiya konferansê û nîqaşên hatine meşandin nirxandin.
Zeynep Duygu Agbayir, diyar kir ku di amadekariya konferansê de fikarên cuda hebûn, lê ev fikar vala derketin, ji ber ku konferans ji ya ku dihat hêvîkirin jî baştir derbas bû.
Zeynep Duygu Agbayir got: “Em hêvî dikim ku hejmara zêdetirî 80 kesî îmzekar cihdigrin, zêdetir bibe. Di vê pêvajoyê de em neçar ma ku pir bi lez bixebitin. Bêguman kêmasiyên vê xebatê hene, lê ez nafikirim ku kêm e. Lê hatina gel a jinan pir binirx e.”
‘Kesên westiyane, ne tenê em in’
Zeynep Duygu Agbayir, diyar kir ku nexwestiye axaftvanan tenê bi çend kesan re sînordar bigrin û ji bo jinên ku ji beşên cuda jî biaxivîn, forumek lidarxistine, wiha got: “Jinên ji Soke, Bodrum, Antalya, Êlih, Enqere û ji her derê tev li konferansê bûn. Min fêm kir li ser hinek mijarên ku anîn ziman, berê qet nedifikirî bûm. Ji ber ku jinan cihên ku diseknin, pir xweş îfade kirin. Me jinên ku digotin em westandinê guhdar kir. Dema ku me wan guhdar kir, me got kesên ku di nava vê pergalê de westiyane, ne tenê em in.”
‘Em di pêvajoyekî de ne ku pêdiviya jinan bi hev heye’
Zeynep Duygu Agbayir, da zanîn di konferansê de di bin sernavê “Divê xetekî têkoşînê ya çi cûre were honandin” de nîqaş hatin kirin û diyar kir encama ku di konferansê de derket holê, di her şert û mercan de pêdiviya jinan bi hev heye ye.
Zeynep Duygu Agbayir, axaftina xwe wiha domand: “Divê em gelek caran werim cem hev. Divê em di van hevdîtinan de nîqaş bikin ka me çi şaş kiriye û divê em çi cûre polîtîkayan pêş bixin. Ger ew pêkney, em his dikin ku pirsgirêk û çareseriyên me li hewayê dimîne. Em carna bê qeneat dibin û gav paşve diavêjin. Di vê wateyê de hatina jinan a cem hev, tiştekî biqîmet e.”
'Divê em di odeyên xwe yên dengvedanê de nemînin'
Zeynep Duygu Agbayir a Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bibîrxist, wiha pê de çû: "Ez jî ji vê pêvajoyê re dibêjim, 'pêvajoya muzakereyê'. Jinan gotik ku aştî çiqasî girîng e û divê em di aştiyê de çiqas israr bikin. Ez bi jinên li dijî vê pêvajoyê re jî axivîm. Lewma divê em zêdetir biaxivîn û gelek forman li dar bixin. Divê bi jinên heman ramana îdeolojîk û ji heman perspektîfê dinêrin re, em di heman odayên dengvedanê de nemînin. Ger em bibînin, dikarin tarîtiya xwe jî belav bikin.”
'Hêvî yên min mezin e’
Zeynep Duygu Agbayir, anî ziman ku jin tevî zehmetiyên dikişin jî rêwîtiya xwe didomînin û axaftina xwe wiha domand: "Hêvî ne têgîneke ku em romantîze bikin. Ya ku em jê re dibêjin hêvî, ew e ku em dev jê bernedin, em westiyayî û şikestî bin jî berdewam bikin. Ji ber ku wekî din em nikarin li cihê ku lê radiwestin tiştek hilberînin. Hemû tişt dijwar dibe. Ez hêvî dikim tişta ku ji vê konferansê derbikeve, ji qada azadiyê, daxwazên wekhevî, şêwaza avakirina aştî û wekî kirde çawaniya pêkanîna pozîsyonê re deriyek veke.”
Zeynep Duygu Agbayir, diyar kir dê pêşeroj bi daxwazên jinan şêwe bibe û got: “Divê di konferansên wiha de diyarker komek jin bin, diyarker ji hemû jinan pêkwere. Em dixwazin pêvajo, li gorî daxwazên jinên ku li vir cih digirin û dema xwe û hewldana xwe derbas dikin, şewê bibe. Em wisa difikirin ku ev yek hêj zêdetir demokratîk bibe. Em his dikin ku hinek tişt kêmbûne û têr nakin. Lewma biryardariya civaka li vir, ji bo hêj zêdetir girîngtir e. Ez bawerim dikim ku divê em tiştên ku ji wan tên, bi wan re bi hev re bikin.”