Li Taîzê di 48 saetan de 53 binpêkirin hatin tomarkirin

Li bajarê Taîzê yê Yemenê, di êrîşên Hûsiyan de zarok jî di nav de 3 kes hatin kuştin û 19 kes jî birîndar bûn. Hate ragihand ku di nava 48 saetan de 53 binpêkirin hatine belgekirin.

Navenda Nûçeyan- Li Yemenê êrîşên Hûsiyan a li dijî sivîlan û binpêkirinên wan ên mafên mirovan didome. Binpêkirinên wekî topbaranên bêserûber, leşkerkirina bi darê zorê ya zarokan, girtina karmendên Neteweyên Yekbûyî, çandina mayînan û sînordarkirina azadiyên jin û rojnamegeran berdewam e.

Tora Yemenê ya Maf û Azadiyan, di daxuyaniya xwe de ragihand ku di 48 saetên dawî de li bajarê Taîzê 53 binpêkirinên li dijî sivîlan û deverên niştecihbûnê hatine tomarkirin. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku nêzî 417 gule û top li deverên niştecihbûnê hatiye avêtin û êrîşên heyî bi dorpêç û sînordarkirina azadiya tevgerê ya gel re didome.

Sivîl tên hedef girtin 4 jin û 7 zarok birîndar bûn

Li gorî raporê, binpêkirinên wekî kuştin û birîndarkirina sivîlan a bi rêya bombebaran û gulebarana seknana, revandin û windakirinên bi darê zorê, serdegirtina mal û taxan, talankirina tesîsên sivîlan û çandina mayîn û amûrên teqemenî li ser rêyên ku sivîl bikartînin tên jiyîn. Her wiha tevgera gel û gihîştina wan a ji bo pêdiviyên bingehîn ên wekî xurek, derman û sotemenî tên sînorkirin.

Di êrîşan de 2 jê zarok 3 sivîl mirin. Di encama êrîşê de jineke 50 salî li navçeya Mesrahê ji aliyê şekvanekê girêdayî Hûsiyan ve hatibû birîndarkirin. Jin di dema veguhestina nexweşxaneyê de mir. Di raporê de tê diyarkirin ku sekvan wesayîtên ku hewl didan xwe bigihînin birîndaran jî hedef girtiye.

Torê, ragihand ku di êrîşan de 7 jê zarok 19 sivîl birîndar bûne. Hate diyarkirin ku zarokek du salî di encama guleyeke hewanê ya Hûsiyan avêtin mala wê ya li herêma Nejd El-Arûsê de ji ber perçeyên şarapnelê ji serê xwe birîndar bûye.

Her wiha di raporê de hate gotin ku 6 kes ji herêmên Turbah û Hicriyeyê hatine revandin û birine bajarê Salihê û li Hicriyeyê li dijî nêzî 4 malan serdegirtin pêkhatiye. Ji ber topbarana dijwar, li gund û deverên niştecihbûnê yên cuda 12 xanî bi temamî an jî qismî wêran bûye û li başûrê rojhilatê Taîzê 9 wesayîtên sivîlan zirar dîtiye.