Îşkencekirina girtiyan li girtîgeha jinan a Îsfahanê
Li gorî lêkolîneke IranWire, girtiyên li Girtîgeha Jinan a Devletabadê ya li Îsfahanê rastî îşkenceyên giran tên.
Navenda Nûçeyan - Lêkolînek ji aliyê IranWire ve , ku wekî platformek nûçeyan a serbixwe û opozîsyon tê zanîn , hatiye weşandin û eşkere kiriye ku girtiyên li Girtîgeha Jinan a Devletabadê ya li Îsfahanê ya Îranê rastî îşkenceya fîzîkî û psîkolojîk tên û di şert û mercên nemirovane de tên girtin. Li gorî hevpeyvînên bi xizmên girtiyên siyasî û çavkaniyên din re, rapor dibêje ku di beşek girtîgehê de ku jê re "odeya tarî" tê gotin, girtî bi rojan bi destên girêdayî, di tariyê de û ji xwarin, av û gihîştina destavê bêpar dimînin.
Hestiyên girtiyan şikestî bûn
Di raporê de hat diyarkirin ku di dema lêpirsînê de girtî rastî îşkenceyê hatine û hestiyên hin kesan hatine şikandin. Her wiha hat ragihandin ku dengên îşkenceyê bi rêya kanalên hewakirinê derbasî hucreyên din bûne û zextek psîkolojîk li ser girtiyan çêkirine û hin girtî neçar mane ku belgeyên ku piştî lêpirsînê îşkence li wan nehatiye kirin îmze bikin.
Dayika wan keçên xwe nas nedikir
Di raporê de hat diyarkirin ku du xwişkên bi navê Terane û Romina Rahimi, ku di xwepêşandanên Çile de hatibûn binçavkirin, rastî îşkenceyên giran hatine. Li gorî çavkaniyan, ji ber şîdeta ku wan kişandiye, diya wan di nihêrîna pêşîn de wan nas nekiriye. Di raporê de hat diyarkirin ku kurê Somaye Afşar, Alirıza Sepahi, li ber çavên diya xwe ji bo îtirafkirina sûcê xwe hatiye îşkencekirin. Alirıza Sepahi di 5’ê Cotmeha 2026’an de hatiye îdamkirin; diya wî hîn jî di girtîgehê de ye.
Sewqên nexweşxaneyê nehatin kirin
Her wiha hate destnîşankirin ku girtîgeh ji qerebalixiya cidî, kêmbûna xurekê û pirsgirêkên paqijiyê dikişîne. Hat ragihandin ku di beşên ku kapasîteya wan 24 kes e de carinan 67 girtî dimînin û daxwazên ji bo veguhestina girtiyên nexweş bo nexweşxaneyan bi bersiva "Vebijarkên me yên veguhestinê nînin" hatine redkirin.