Pêşengên jin ên li Helincê hatin qetilkirin hatin bibîranîn

Rêxistina Kongreya Star 4’emîn salvegera komkujiya gundê Helincê bi civînekê bibîr anî. Kongra Star teqez kir ku ewê bi bîranîna hevriyên xwe şoreşa jin û doza Kurd mayînde bikin.

Kobanê- Dewleta tirk di 23’ê Hezîrana 2020’an de bi balefirên bê mirov gundê malek li gundê Helincê yê Rojhilatê Kobanê bombebaran kir ku di encamê de endama kordînesyona Kongreya Star Zehra Berkel, rêveberiya Kongreya Star Hebûn Mele Xelîl û dayîka Emîne Weysî jiyana xwe ji dest dan.

Îro bi wesîleya 4’emîn salvegera komkujiyê, rêxistina Kongreya Star di bin dirûşmeya “Bi vîna jina berxwedêr emê dagirkerî, qirkirina û tundiyê têk bibin” li hola navenda Çand û Hûnera Baqî Xido civîn birêxistinkir. Di civînê de malbatên hersê têkoşeran, kongreya Star ya kantona Cizîrê, nûnerên Rêveberiya Xweser yên kantona Reqa û Firatê, saziyên civaka sivîl, partiyên siyasî û şêniyên Kobanê amaede bûn.

Piştî deqeyek rêzgirtin, berdevka kordînesyona Kongreya Star Zozan Bekir axivî.

‘Qirkirina Kurdan di pilanên dewleta tirk de ye’

Zozan Bekir wiha got: “Beriya niha bi 4 salan ku şêniyên Kobanê û di nav de Zehra, Hebûn û yadê Emîne amedekariyên bîranîna komkujiya Kobanê ku ji aliyê çeteyên dewleta tirk ve pêk hat û di encamê de bi sedan zarok, jin û pîr hatin qetilkirin dikirin, komkujiya Helincê pêk hat. Dewleta tirk di her derfetê de qirkirina gelê Kurd bingeh digre, ev yek jî bi riya van komkujiyan diyar bû ku piştî serkeftina berxwedana Kobanê ya bi pêşengiya jin, sê jinên têkoşer li maleke li gundê Helincê hatin armanc girtin. Komkujiyeke dijwar bû, lê ji bo me bûyereke ne nû bû. Dewleta tirk di dirêjahiya dîroka xwe de bûyerên di vê astê de li hember me bikar aniye û tîne.”

‘Emê şoreş û doza xwe misoger bikin’

Zozan Bekir peyama xwe wiha bilêv kir: “Şoreş û doza me êdî ji sînorên Kurdistan û Rojhilata Navîn derketiye û belavî her derê bûye. Lewra em dibêjin ev şoreş êdî gerdûnî ye ku hemû jin û gelên bi azadiyê bawer dikin dibin parçeyek ji vê têkoşînê û bi rengekî aktîf beşdar dibin. Şoreşger Hebûn jî yek ji van kesên ku tevî rewşa xwe ya tendiurstî jî gav paşve navêt û di şoreşa jin û berxwedana Kobanê de mohra xwe hîşt. Her wiha Zehra ku jineke ciwan bû di nava civakê de gelek çalak û bi bandor bû ku di encamê de di gelek saziyan û herî dawî Kongreya Star xebat da meşandin. Her wiha Emîne Weysî dayîkeke welatparêz bû ku di mala xwe de ev jinên xwedî doz pêşwaz kir û desteke da, ew jî bû hedefa qirkirina dewleta tirk. Ji bilî wan bi dehan jinên ku heman doz û têkoşîn parvedikirin bûn armanc. Li dijî vê yekê, emê derfetê nedin dewleta tirk ku qirkirinên beriya hezar sal pêk hatin, werin dubare kirin. Îroj serok, bîrdozî û şoreşa me heye ku em bihêz bibin û hebûn xwe ji van kiryaran biparêzin. Ji xwe ev sedsala ya doza Kurd û azadiya jin e, lewra emê rê nedin pilanên dewleta tirk ku vê kedê vala derxîne. Emê bi pêşengiya şehîdên xwe û keda gelê xwe vê dozê misoger bikin.”

Paşê sinevizyon li ser jiyan û têkoşîna şehîdên komkujiya Helincê hat pêşinadin.

Herî dawî jî endama kordînesyona Kongreya Star ya kantona Qamişlo Şeha Xelîl jî axivî û got: “Em sersaxiyê ji tevahî malbatên şehîdan re dixwezin û dibêjin, berxwedan û lenengiya ku li Kobanê hat kirin dê bibe çavkaniya geşkirin û serkeftina şoreşa Rojavayê Kurdistanê. Ev berxwedanî ji bo her kesî bû sembol û di dîroka mirovahiyê de hat misogerkirin. Lewra emê xeta van şehîdên xwe bernedin, berovajî destkeftiyên ku bi keda wan hatin qezenckirin emê biparêzin û mezintir jî bikin.”

Civîn bi berzkirina siloganên “Şehîd Namirin”, “Bê Serok Jiyan Nabe” û “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.