Protestoyên li Kenyayê hikumetê gav paş de da avêtin

Çalakiyên berdewam ên li dijî zagona pêşnûmeya zêdekirina bacê li Kenyayê encam dan. Serokê dewletê William Ruta ragihand ku ew ê pêşnûmeyê îmze nekin.

Navenda Nûçeyan- Piştî xwepêşandanên ku 23 çalakvanan li dijî Pşnûmeya Fînansê ya 2024’an ku zêdekirina bacê li welatê Kenyaya Rojhilatê Afrîkayê tê de hebû jiyana xwe ji dest dan, Serokê Kenyayê William Ruto li ser televizyonê ragihand ku ew pêşnûmeyê îmze nake.

Dê bi ciwanan re diyalog bê destpêkirin

William Ruto wiha got: “Piştî ku gelê Kenyayê ku bi dengek bilind diyarkirin vê pêşnûmeyê qebûl nakin min wan ji nêz ve guhdar kir û biryar da ku gav paş de biavêjim. Ez vê pêşnûmeyê îmze nakim û dê piştre paş ve were kişandin.” William Ruto bêyî hurguliyan parve bike îşaret bi ciwanan re dîyalogê kir û bal kişand ser wê yekê ku ew dê kêmasiya bûdceyê ya ku dê bi vekişîna pêşnûmeyê re çêbibe, bi tedbîrên teserûfê yên ku dê ji butçeya serokomariyê dest pê bike vegirin.

Her çend hukûmet ji hin pêşniyarên di pêşnûmeyê de paşve gav avêt jî, çalakvanên ku piraniya wan ciwan in, daxwaz dikin ku tevahiya zagon were paşxistin û William Ruto îstifa bike. Pêşnûmeya Aboriyê ya 2024’an ku li Kenyayê zêdekirina bacê jî tê de ye, hefteya borî li paytext Nairobiyê û li seranserê welat hate protesto kirin. Xwepêşandanên ku ciwan pêşangtiya wê dikir bi hezaran kes tevlîbûn. Beriya çend rojan li paytext Nairobiyê çalakvanan agir berda hinek beşên parlementoya ku pêşnûme lê hat qebûlkirin. Di encama gulebaran polîsan de 23 kesan jiyana xwe ji dest dan.