Vegera koçberan a Şengalê didome

Îro 130 malbatên Êzidî yên ji komelgeha Şarya ya ser bi Dihokê vegeriyan Şengalê.

Navenda Nûçeyan - Li gorî zanyariyan, îro 130 malbatên Êzidî yên li derveyî kampan ji komelgeha Şarya ya ser bi Dihokê vegeriyan Şengalê. Hat diyarkirin ku gelek sazî alîkariya vegera van malbatan kirine û ji bo her malbateke vegerê 1850 dolar hatiye dayîn.

Wezîra Koç û Koçberan a Iraqê Îvan Fayeq berî niha ragihandibû ku heta dawiya meha Hezîranê wê hemû kampên koçberan ên li sînorê parêzgeha Silêmaniyê werin girtin. Herwiha heta dawiya Tîrmehê hemû kampên koçberan ên li Herêma Kurdistanê û Iraqê dê bên girtin.