Perwîn Buldan: Em ji nûnertiya wekhev tavîz nadin

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Perwîn Buldan di vekirina buroya hilbijartinê ya jinan a ewil a Rêxistina Partiya Çep a Kesk a Amedê de axivî û diyar kir ku wê di hilbijatinên 14’ê Gulanê de nûnertiya wekhev bibin parlamentoyê.

Amed- Rêxistina Partiya Çep a Kesk a Amedê bi tevlibûna Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Perwîn Buldan, li taxa Dîclekenta Peyasê buroya hilbijartinê ya jinan vekir.
Buroya hilbijartinê bi alên Partiya Çep a Kesk hat xemilandin, li eywanê ji bilî pankartên “Em li vir in em ê bi jinan re biguherînin” û “Jin jiyan azadî” pankarta ku wêneyên Nagîhan Akarsel û Jîna Emînî li ser bûn hat daliqandin.
Di merasîma vekirinê de Tevgera Jinên Azad (TJA), Dayikên Aştiyê, Meclisa Jinan a HDP'ê, Hevseroka HDP'ê ya Bajarê Amedê Gulistan Atasoy, Komeleya Jinan a Rosa, Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), parlamenterên HDP'ê Feleknas Ûca, Remziye Tosûn û Dersim Dag û hevjîna Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçûk Mizrakli Zeynep Mizrakli û gelek jin amade bûn. Jinên ku bi cil û bergên xwe yên herêmî tevli vekirina buroyê bûn bi stranên hilbijartinê yên Partiya Çep a Kesk re govend gerandin. Jinan bi dahol û zirneyê dirûşmên “Jin jiyan azadî” berz kirin.
Hevberdevka Partiya Çep a Kesk a Amedê Pinar Sakik Tekîn a di vekirina buroya hilbijartinê de axivî, wiha got: “Em ê vê buroyê ji bo avakirina civakeke demokratîk, ji bo li dijî mirinê jiyanê vekin. Em ê bi pênûsa Nagîhana ku ji ber ji pênûsa wê tirsiyan wê qetil kirin, dîrokê ji nû ve binivîsînin.”
 ‘Di 14’ê Gulanê de bi jinan re ji bo guherînê em tên’
Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Çep a Kesk Canan axivî û bi silavkirina girtiyên siyasî yên jin dest bi axaftina xwe kir û got: “Em ji bo di 14’ê Gulanê de bi jinan re biguherînin tên. Desthilata AKP’ê ya 22 salan ji tundî, şer, xizaniyê zêdetir tiştek neda û li dijî vê jin têdikoşin û wiha domiya: “Di 14’ê Gulanê de ji bo vê desthilatdariya mêr a sosret têk bibin em ê biçin ser sindoqan. Em ê ji bo pirsgirêka Kurd bi diyalog û muzakereyê bê çareserkirin tişta dikeve ser me bikin. Em ê ji bo tecrîd bi dawî bibe, di serî de tecrîda li ser Abdullah Ocalan bi dawî bibe werin. Em ê bi dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ werin.”
‘Hûn ê bi hêza jinan ya ji dil biçin’
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan jî bal kişand ser dorpêça polîsan a li dora buroya hilbijartinê û got: “Em îro li vir kom bûne da ku buroya xwe ya hilbijartinê ya jinan vekin lê em dibînin ku weke her carê astengî û komplo hene û kesên ku li vir di vekirina vê buroya hilbijartinê de kom bûne hewl didin vê yekê biherimînin. Em vê qet qebûl nakin. Ev buroya me ya jinan weke buroya ewil a Partiya Çep a Kesk tê vekirin. Ez bawer dikim ku wê ev buro di pêvajoya hilbijartinê de rola xwe bilîze, ev der wê bi jinan bi hêz bibe, wê tijî jin bibe, em ê di 14’ê gulanê de agahiyên baş ji van buroyan bigrin. Em dizanin ku ev desthilatdar dijminê jinan û Kurdan e. Lê êdî hûn ê biçin, jin dê bi hêza xwe we têk bibin.”
‘Em rê nadin hîle kumpas û bêhiqûqiyê’
Perwîn Buldan got ku ew ê bi dirûşmên ‘Jin jiyan azadî’ buroyên xwe tijî bikin û got: “Di dema desthilatdariya AKP’ê de li dijî jin gelê Tirkiyeyê û Kurdan tu zilim nemaye ku nekiribin. Em ê di 14’ê Gulanê de bersiva vê desthilatdariya zilimkar bidin. Em dizanin ku ji me ditirsin, em dizanin ji me jinan ditirsin lê bila bitirsin, em bi coş tên.”
‘Navnîşana tifaqê partiya Çep a Kesk e’
Perwîn Buldan bal kişad ser amadekariyên jinan ên hilbijartinê û wiha got: “Desthilatdarî ji bo di 14’ê gulanê de careke din bi ser bikeve û li meclisê hejmareke zêde parlamenteran bigre wê her cure dek û dolab û bêhiqûqiyê bike lê em ê bibin asteng. Em ê destûr nedin vê yekê. Hevalên me yên hêja em ê di vê serdemê de bikin 12 û 0, ji bo bibe 12 û 0 em ê amadekariyên xwe bikin. Me navnîşana xwe diyar kir. Navnîşana jinan jî ya tifaqa ku em bi hev re dikevin hilbijartinê jî Partiya Çep a Kesk e. Bila kes vê ji bîr neke.”
 ‘Jinan muhtacê şûşeyek av û konek kirin’
Perwîn Buldan destnîşan kir ku li herêmên erdhejê herî zêde jin mexdûr bûne û wiha domand: “Herî zêde em jin dizanin ku welat anîne çi rewşê. Me ev di pandemiyê de di afetên xwezayî de dîtin. Di her cure afetên xwezayî de ewilî jinan mexdûr kirin. Li Hatay, Semsûr, Riha, Amed, li her derêmên ku erdhej lê çêbû jinan mexdûr kirin. Jin weke mexdûrên erdhejê nedîtin. Astengkirin ku jin bigihin xizmên xwe. Jin hewceyî şûşeyeke av û konekê kirin. Me hemûyan ev dît û jiya. Niha jî karesateke din afirandin, karesata aboriyê. Karesateke wiha afirandin ku êdî kes nikare biçe bazar û dikanê, zarokên me birçî diçin dibistanê. Lê kêm ma em ê wan bi krîza wan a aboriyê ve bişînin, êşên di erdhejê de em ê careke din di 14’ê gulanê de li ser sindoqan bînin bîra wan. Amed keleha me ye, hûn amade ne ku bikin 12-0? Ji bo temsîliyeta wekhev bibin parlamentoyê hûn amade ne? Bila her kes bizanibe ku em dest ji temsîliyeta wekhev bernadin. Bila riya me vekirî be. Serkeftin.”
Di dema axaftina Perwîn Buldan de dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ dihat berzkirin. Piştî axaftinan buroya hilbijartinê ya jinan bi tilîlî û çepikan hat vekirin.