Nasnameya 34 zarokên mexdûrên erdhejê nehat tesbîtkirin
Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî di daxuyaniya xwe ya der barê zarokên mexdûrên erdhejê de, diyar kir ku hê nasnameya 34 zarokan nehatiye tesbîtkirin.
Navenda Nûçeyan- Hat ragihandin ku di erdhejên navenda wan Mereş de 915 zarok ji bin xirbeyan hatin derxistin û bêkes hatine qeydkirin. Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî diyar kir ku 34 zarok nasnameya wan nehatiye tesbîtkirin.
Di daxuyaniya ku Wezaretê ya li ser hesabê Twîtterê hat parvekirin de wiha hat gotin:
"Piştî kontrola nasnameyan û tesbîtkirina nasnameyan 1776 zarok radestî malbatên xwe hatin kirin. Pêvajoya dermankirina 53 zarokên me yên li nexweşxaneyan ji nêz ve jî tê şopandin. 79 zarokên me yên ku tedawiya wan bi dawî bûye, di bin çavdêriya saziyê de ne. 34 zarokên me yên di saziyên lênêrînê yên zarokan de hatine bicihkirin lê nasnameya wan nehatiye tesbîtkirin hene. 7 zarokên me yên di qeydên me de hene, dema ku li nexweşxaneyê dihatin dermankirin jiyana xwe ji dest da. Her wiha di encama îxbarên ji Modula Zarokan a Rêveberiya Afatê ya Pergala Agahdariya Malbatê re hat kirin de hat diyarkirin ku 472 zarokên me jiyana xwe ji dest dane.”