Şervanên YPJ'ê: Bi saya felsefeya Rêber Apo YPJ’ê hat avakirin
Şervanên YPJ bi boneya 74’emîn rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û 10'emîn salvegera damezrandina YPJ'ê nêrînên xwe anîn ser ziman û dan diyarkirin ku hêza YPJ'ê çavkaniya xwe ji raman û felsefeya Abdullah Ocalan digire.
Reqa – 4'ê Nîsana 2023’an 74'emîn rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û di eynê wextê de 10'emîn salvegera damezrandina Yekîneyên Parastin Jin (YPJ) ye ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi şahî û dar çandinê bi coşekî mezin hat pîrozkirin.
Şervanên YPJ’ê bi boneya 74’emîn rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û 10’emîn salvegera YPJ'ê nêrînên xwe anîn ziman.
'Rêber Apo xeta azadiya jin diyar kir'
Şervana YPJ'ê Zozan Brûsk di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku ew wek şervanên YPJ'ê li ser felsefeya Jin, Jiyan, Azadî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dimeşin û destnîşan kir ku ev xet wê bibe bingeha azadkirina hemû gelan. Zozan Birûsk wiha gotinê xwe domand: "Di roja me îro de qetlîam û qirkirina ku li ser jin tê meşandin ji bo jinan girîngiya parastinê destnîşan dike. Îro li giştî cihanê de jin tê qetilkirin, di bin bindestiyê de ye ji ber vê sedemê pêwîst e her jinek li hember hişmendiya serdest û qirker çek rake û li îradeya xwe xwedî derkeve. Rêber Apo bi salan e ji bo azadiya jin têdikoşe û felsefeya jiyana azad ji bo jinan danî. Divê em jin xwe bi cesaret û hêza xwe ava bikin, edî em nahêlin kes were îrada me ji dest me bigre. Wek jinên rojhilata navîn pêwîst e her jin dest bide destê hevdû û li hember hişmendiya desthilatdar tekoşîn bike.”
Rojbûna tevahî jinên azadîxwaz
Şervana YPJ'ê Hewlêr Hêvî jî 4'ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û salvegera damezrandina YPJ li hemû jinên tekoşer yê cîhanê pîroz kir û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Rojbûna Rêber Apo di heman demê de rojbûna me ye jî, rojbûna tevahî jinên cîhanê ye. Ji ber ku me di kesayeta Rêber Apo de xwe ji nû ve nas kir, rastiya jin û jiyanê nas kir. Ev rastî bi gelek mînakan şênber bû ye mînaka herî ber bi çev jî mînaka YPJ'ê ye. Di roja rojbûna Rêber Apo de damezrandina YPJ’ê ji bo me wateyek pir pîroz û cuda ye. Li ser esasê rojbûna Rêber Apo em wek şervanên YPJ her tim dixwazin bi vê zîndîbûnê tevlî jiyan û tekoşînê bibin. Soza ku me daye Rêber Apo ev soz e û her roja 4’ê Nîsanê em soza xwe dubare dikin. Bi hezaran jinên Ereb, Kurd, Asur, Tirkmen yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi felsefaya Rêber Apo tevli refên YPJ'ê bûn ev jî cîhê kêfxweşiyê ye. Ev yek bi saya paradîgmaya Rêber Apo ya netewa demokratîk pêk hat."
'Bi têkoşîna şehîdên me dengê YPJ’ê li cîhanê belav bû'
Hewlêr Hêvî diyar kir ku tekoşîn û berxwedana YPJ'ê bi xwe re hêzek pir mezin aniye û ev hêz di cîhanê de belav bûye. Hewler Hêvî bal kişand têkoşîna şervanên YPJ’ê yên di oxira azadiyê de jiyana xwe ji dest dane û wiha pêde çû: “Bi saya şehîdên me yê pêşeng mîna heval Arîn Mîrkan, heval Rêvan Kobanê, heval Avêsta Xabûr û fermandarê me yên ku par şehîd ketin wek heval Roj Xabûr, Jiyan Tolhildan, Sosin Bîrhat reng û dengê YPJ'ê belavî cîhanê bû. Ev serkeftin mîrasa hevalên me yê şehîd in û em dixwazin xwedî li mîrasa wan derbikevin.”
'Me ji serhildanên jinên Rojhilatê Kurdistan û Îranê hêzek mezin girt'
Hewlêr Hevî di dawiya axaftina xwe de bal kişand serhildanên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ku 7 meh in bi pêşengiya jinan û bi dirûşma Jin, Jiyan, Azadî bê navber didome û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Jinên Rojhilatê Kurdistan û Îranê bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ serî li hemberî desthilatdariyê rakirin û gotin ‘Ez jin im, jiyan im û mafê min yê jiyanê heye’. Di şexsê Jina Emînî de serhildana jin destpê kir û ev serhildan ber bi şoreşa jinê ve diçe. Çawa ku Rêber Apo gotibû "Wê sedsala 21'emîn bibe sedsala azadiya jin" em niha wê tiştê jiyan dikin. Em di wê baweriyê de ne ku serhildana Rojhilatê Kurdistanê wê ji bo hemû jinên cihanê re bibe perspektîf û heviya azadiyê. Em jî wek YPJ dibe ku bi awayek fîzîkî ne li gel wan in, lê di rih de her dem em bi wan re ne, ji ber ku tekoşîna me û yê wan di heman xete de ye, daxwazê wan û yên me heman daxwaz e. Tekoşîn û berxwedana jinên cîhanê ji bo me hêzek mezin e. Di dawiyê de ez dubare rojbûna Rêber Apo pîroz dikim û her wiha damezradina YPJ'ê li hemû fermandar û şervanên YPJ’ê pîroz dikim"