Perwerdeya Komîteya Diplomasî ya TAJÊ’ê bi dawî bû

Perwerdeya yekemîn ya diplomasî ku Komîteya Diplomasî ya TAJÊ’ê bi armanca firehkirin û pêşxistina kar û xebata diplomasiya jinên Êzidî, li ser bingeha danasîna jenosayîda civaka Êzidî ya ji cîhanê re û avakirina yekîtiya jinan ya di İraqê de, bi dawî bû.

Şengal- Jinên Êzidî piştî fermana 2014’an care yekem bi riya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî TAJÊ’ê ve diplomasiyekî di aste İraq û cîhanê dabû destpêkirin. Xebata komîteya Diplomasî giranî da doza jinên Êzidî yên ku di destê çeteyên DAİŞ’ê de û yên rizgarbûne, her wiha di cîhanê de dane qebûlkirina jenosayîda Êzidiyan û avakirina yekîtiya jinên Êzidî û hemû jinên iraqê.

Li ser van bingehan û ji bo firehkirin û pêşxistina kar û xebata diplomasiya jinên Êzidî Tevgera Azadiya Jinên Êzidî TAJÊ’ê di çarçoveya Netewa Demokratîk ya Rêberê Gelê kurd Abdullah Ocalan de perwerdeyekî li ser girîngî û rê û rêbaza meşandina xebata diplomasî dabû destpêkirin.

Perwerde bi tevlîbûna Komîteya Diplomasî ya TAJÊ’ê, Berdevka Meclîsa TAJÊ’ê ya Şengalê, Hevseroka Meclîsa Gel a Şengalê, Berdevk û Endamên Diplomasiya YJŞ’ê û Endamên Ofîsa Siyasî ya PADÊ’ ve 7 rojan berdewam kir û bi dawî bû.

Komîteya diplomasî ya TAJÊ’ê diyar kir ku ev perwerde di salvegera şehadeta fermandarên YBŞ’ê Azad, Berxwedan û Enwer de diyariya hemû lehengên Şengalê hate kirin.

‘Em ê bi xwe perwerde kirine tola hemû jinên êzidî rakin’

Endamê diplomasiye YJŞ’ê Jiyanda Êzîdxan ji ajansa me ra axivî û qala girîngiya perwerdeya diplomasî ji bo jinên êzidî kir û got: “Me di salvegera heval Azad û Enwar de perwerdeya diplomasiya destpêkir. Ev perwerde jî weke tolgirtina heyfa wan hevalan e. Perwerdeya me bersiva ferman û hemû êrîşan e. Ger îro em weke jinên Êzidî xwe perwerde dikin tê wateya ku jinên Êzidî dikarin civaka xwe birêve bibin. Taybet perwerdeya diplomasî xwedî girîngiyekî dîrokiye. Em wek YJŞ’ê em di vê perwerdeyê de bûn û me bi serkeftî bidawî kir. Pêwîste êdî weke berê li jina Êzidî neyê nêrtin. Ji bo ku jinên Êzidî dubara nebin qurbaniyên fermanê bi taybet jî di qada diplomasî de pêwîstiya me bi xwe perwerde kirin heye.”

‘Em ê bi riya diplomasî doza xwe bi her kesî re parve bikin’

Berdevka Meclisa TAJÊ’ê ya Şengalê Emşê Elî jî diyar kir ku armanca wan ji vê perwerdeyê de danasîna kar û xebata jinên êzidîye û wiha got: “Perwerdeya me 7 rojan berdewam kir. Di perwerdeyê de TAJÊ, YJŞ û PADÊ  amade bûn. Armanca me jî ew e ku em hîn xwe pêşbixînin û bi her kesî re jî xwe bidin naskirin.”

‘Em ê mafa xwe bi rêxistin kirina xwe bigrin’

Berdevka Meclisa TAJÊ’ê  ya gundewarê Şengalê Zozan Simo jî diyar kir ku ev perwerdeya yekemîn ya diplomasî ji bo bihêzkirina îradeya jinên Êzidî gavekî girîng e û wiha axivî: “Ev perwerdeya yekemîn ya diplomasî ji bo jinên Êzidî tê dayîn. Em li ser fikir û ramana Serok APO xwe perwerde dikin. Em dixwezin ku li her derê mafên xwe weke jinên Êzidî daxwaz bikin û ev êş û zilma ku me ji destê DAİŞ’ê dît tola wê bi xwe rêxistinkirine bigrin.”