Pervîn Buldan: Birêz Ocalan dê ji bo jinan bangek taybet bike
Endama Heyeta Îmraliyê ya Partiya DEM’ê Pervîn Buldan ragihand ku Rêberê Gelê Kurd Abdllah Ocalan ewê di hevdîtina pêş de bi taybetî ji bo jinan bangek bike.
Navenda Nûçeyan- Endama Heyeta Îmraliyê ya Partiya DEM’ê Pervîn Buldan, bi rêya telefonê beşdarî JIN TV’yê bû. Buldan, pêvajoya hevdîtinan nirxand û agahiyek nû da. Buldan li ser pêvajoyê û awayê pêşveçûna wê de agahî dan.
Di hevdîtina duyemîn de ewê bang bike
Buldan da zanîn ku silavên gel ji Ocalan re ragihandine û wiha berdewam kir: “Ez di televîzyonek ku dengê jinan e de diaxivim; qet nebe viya bînim ziman. Birêz Ocalan di hevdîtina duyemîn de ewê ji bo jinan bangewaziyek taybet bike. Ji ber ku min di hevdîtina yekem de ji Birêz Ocalan re silavên germ ên tevgera jinê û ciwanan ragihand, wî jî diyar kir ku ewê di hevdîtina duyemîn de ji bo jinan û ji bo ciwanan bangewaziyek taybet bike. Em vê agahiyê jî bi rêya JIN TV’yê ragihînin.”