Koçberên Efrînê bi daxwaza vegerê nameyek dan NY’ê

Koçberên Efrînê, daxwaza vegera bi ewle ya Efrînê kirin û nameyek radestî Neteweyên Yekbûyî kirin.

Qamişlo- Şênîyên Efrînê di sala 2018’an de ji ber êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê, ji cîh û warên xwe koçber bûn. Bi hezaran kes rastî her cureyên tundî, êrîş, kuştin, talan û zextan hatin. Heta niha aqûbeta gelek kesan jî nediyar e. Bi hezaran koçber bûn û berê xwe dan Şehbayê û 7 sal di bin şertên herî zor û zehmet de di kampan de man. Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, dîsa bi heman rêbazê êrîşê koçberên li Şehbayê kirin û bi hezaran  koçber neçar man dîsa bikevin ser rêya koçberiyê. Koçberan berê xwe dan herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Bi daxwaza vegera bi ewle ya li Efrînê, koçberên Efrînê bi pêşengtiya Komeleya Efrînê meşek li bajarê Qamişloyê lidar xistin û nameyek radestî Netewên Yekbûyî kirin. Meş bi dirûşmeya “Daxwaza me vegera bi rumet a li ser axa pîroz Efrînê” pêk hat. Meş bi tevlîbûna koçberên Efrînê, saziyên civaka sivîl, rêxistinên serbixwe, nûnerên Rêveberiya Xweser, ji ber Stadyuma 12’ê Adarê, destpê kir û li ber avahiya Neteweyên Yekbuyî  (NY) bidawî bû.

‘Daxwaza me vegera Efrînê ye’

Piştî deqeyek rêzgirtinê, koçbera ji Efrînê Peyman Muso têkildarî meşê ji ajansa me re axivî û got: “Dewleta Tirk a dagirker di sala 2018’an de êrîş li ser bajarê Efrîn pêk anîn û em neçar kirin ku em ji bajarê xwer derkevin û koçber bibin. Bi zor û zehmetî me berê xwe da Kantona Şehbayê. Piştî ku em 7 salan li kantona Şehbayê bicÎh bûn, êrîş û binpêkirin li ser me pêk anîn. Di riya koçberiyê de zarok û jinên me rastî gelek tundî, lêdan û destdirêjiyê hatin. Ji bo ku em bi ewle bijîn, me berê xwe da Kantona Cizîrê. Piştî rûxandina Esed daxwaza me ji Netewên Yekbûyî ev e. Em bi ewle vegerin bajarê xwe Efrînê û li wir bi rûmet bijîn. Em daxwaza vegera axa xwe dikin û dewlet Tirk şermezar dikin. Daxwaza me ji saziyên mafên mirovan ew e ku hesabên van sûcên li hember me dikin, bê xwestin.”

‘Em bi rûmet bijîn’

Her wiha koçbera Efrînî Xezal Hesen axivî û wiha got: “Em koçberên Efrînê daxwaza bajarê xwe Efrînê dikin. Dewleta Tirk a dagirker bi êrîşên xwe yên hewayî me ji bajarê me koçber kir û me berê xwe da Şehbayê. Em binpêkirinên ku niha li bajarê Efrînê tên kirin û tundiya dewleta Tirk şermezar dikin. Armanc û îsrara me ku em ê hertim têkoşîn bikin, heta ku em vegerin bajarê Efrînê. Daxwaza me ji saziyên mafên mirovan ew e ku em bi ewle vegerin Efrînê û bi rûmet bijîn.”

Meş bi dirûşma “Bijî berxwedana Efrînê” bidawî bû.