Şêniyên Kantona Firatê: Li bendavê destan tên nivîsandin

Bi hezaran şêniyên Kantona Firatê ji bo komkujiya ku dewleta Tirk a dagirker li Bendava Tişrînê pêk anî bi meşeke girseyî şermezar kirin û gotin: “Îro li bendavê destan tên nivîsandin.”

Kobanê- Duh dema karwanên gel ên Kantona Firatê ji bo nobeta bendava Tişrînê berê xwe dan bendavê, ji aliyê dewleta tirk û çeteyên wê vê hedef hatin girtin. Di heman demê de dema karwana gel gihîşt bendavê jî, careke din hat hedefgirtin. Di encama van erîşan de 3 welatiyan jiyana xwe dest dan û 19 welatî jî bîrîndar bûn. Şeniyên Kantona Firatê ji bo şermezarkirina erîşan û komkujiya ku dewleta Tirk pêk aniye, li bajarê Kobanê meşek girseyî lidar xistin.

Meş bi  beşdarbûna hemû sazî û dezgehên Kantona Firatê û şeniyên bajarê Kobanê, li Qada Jina Azad a bajarê Kobanê destpê kir û li Qada Şehîd Egîd bidawî bû. Di meşê de alên QSD’ê hatin hilgirtin û bê navber dirûşmên “Bijî berxwedana QSD’ê”, “Berxwedan jiyan e” û “Bijî berxwedana bendava Tişrînê” hatin berzkirin. Piştî rizgirtina ji bo cangoriyên azadiyê, li ser navê  Rêveberiya Xweser a Kantona Firatê Mizgîn Xelîl axivî.   

Em êrîşên hovane şermezar dikin’

Mizgîn Xelîl di destpêka axaftina xwe de da zanîn ku ew berxwedana hemû gelê xwe û berxwedana YPG, YPJ, QSD, gelê Kobanê yê ku niha li bendava Tişrînê destanan dinivîse bi germahiya dilê xwe silav dikin. Mizgîn Xelîl wiha berdewam kir: “Em êrîşên hovane yên ku dewleta Tirk li ser gelê me pêk tînin, şermezar dikin. Em ji bo malbatên kesên ku jiyana xwe di van êrîşan de jidest dane, sersaxiyê dixwazin. Em ji bo birîndaran jî şîfayê dixwazin û em dibêjin ku emê heta dawî liberxwe bidin.”

 ‘Îro li bendavê destan û berxwedan tên nivîsandin’

Mizgîn Xelîl destnîşan kir ku dema karwanên ji wir derketine rastî êrîşê hatine û wiha berdewam kir: “Li ser wan êrîş hatin kirin. Di encama êrîşê de mirî û birîndar çêbûn. Ji bo vê em ê her tim berxwedana xwe berdewam bikin û dev ji bendava xwe bernedin. Bi riya balafirên xwe yên bê mirov yên şer, hemû rengên xwe yên qirkirinê li ser gel dimeşînin. Di encama êrîşan de 3 kesan jiyana xwe ji dest da û 19 kes jî birîndar bûn. Dewleta Tirk bi van êrîşan dixwaze ku li Kobanê riya berxwedaniyê bişkîne û têk bibe. Lê em dibêjin çiqas hewldanên te yên qirkirin û tunekirinê hebin jî, emê liberxwe bidin û em dibêjin ku em ji êrîşên te natirsin. Vaye li bendava Tişrînê ku çiqas êrîş li ser gel kir, îro li bendavê destan û berxwedan tên nivîsandin. Li ser Bendava Berxwedaniya gel. Em dibêjin emê her tim li berxwe bidin û dev ji Bendava xwe bernedin û emê her tim li pişta şervanên xwe bin.”

Meş bi sloganên “Bijî Berxwedana YPG’ê” û “Bijî Berxwedana QSD’ê” bidawî bû.