Pêkhateyên Til Temir û Zirganê tecrîda li ser Ocalan şermezar kirin

Pêkhateyên Kurd, Ereb û Asûriyên bajarê Til Temir û Zirganê îro li dijî tecrîda girankirî û dayîna cezayên dispilînî li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, meşeke girseyî li dar xistin.

Hesekê - Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 15’ê Sibata 1999’an de bi komployeke navdewletî hat girtin. Ev zêdetirî 36 meh in agahî jê nayê girtin ango ji 25’ê Adara 2021’ê ve piştî axaftina bi telefonê ya bi birayê xwe re tu agahî jê nayê girtin û nikare bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike.

Bi armanca şermezarkirina tecrîda girankirî ya li ser Abdullah Ocalan jî bi sedan ji pêkhateyên Kurd, Ereb û Aşûr ji bajarê Til Temir li ber Saziya Malbatên Şehîdan kom bûn. Her wiha Kurd û Ereb û Ermenên li Zirganê jî ligel pêkhateyên Til Temirê meşeke girseyî li dar xistin.

Meşa ku ji Saziya Malbatên Şehîdan destpê kir li dawiya kolana Şehîd Umer Baravî rawestiya. Di meşê de dirûşmên ku berxwedana Îmraliyê silav dikin û dewleta Tirk şermezar dikin hatin berzkirin.

Piştî deqeyek rêzgirtinê, li ser navê meclisa bajarê Zirganê Semah Hemadî axivî.

'Mezintirîn komploya di dîroka mirovahiyê de çêbû komploya li dijî Ocalan bû'

Semah Hemadî got ku di dîroka nû de mezintirîn komploya ku çêbûye, ya li dijî Abdullah Ocalan e û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Komployê di 9’ê Cotmeha 1998’an de dest pê kir û bi hevkariya hêzên navdewletî di 15’ê Sibatê de, bi dîlgirtina Rêber Apo û xistina girtîgeha Îmraliyê berdewam kir. Eger em rast kesayeta Rêber Ocalan şîrove bikin em ê bibînin ku armancên wî ne rakirina çekê li dijî tu dewletê yan jî destpêkirina şer û tundiya li dijî tu hêz û welatî ye, têkoşîna ku Ocalan dimeşîne azadî, edalet û demokrasiyê bo hemû neteweyan armanc dike û dixwaze ku neteweyên li ser vê erdnîgariyê dijîn hebûna wan bide naskirin. Ji bo ku dozên mirovî çareser bike, gelek lêkolîn kir û vê jî di felsefeya neteweya demokratîk de xwe da der."

Bêxemiya civak sazî û dezgehên navneteweyî hat şermezarkirin

Semah Hemadî di berdewama axaftina xwe de bêdengî û bêxemiya CPT’î, sazî û rêxistinên mirovî û hiqûqî şermezar kir û wiha pêl da gotinên xwe: "Sazî û rêxistinên hiqûqî tu dibêjî qey ewqas binpêkirin û sûcên dewleta Tirk li dijî Ocalan nabînin û di wê bêxemiya xwe de xwe bêdeng dikin. Ev bêhelwestiya van saziyan rûreşî ye ji bo wan û hemû cîhanê. Divê ku li hemberî Ocalan bêqanûnî tunebe û di kesayeta wî de zagonên mirovî û hiqûqî pêk bînin. Em weke gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji desteyên navdewletî û saziyên mafên mirovan, NY û raya giştî daxwaz dikin ku dawî li tecrîda girankirî ya li ser Abdullah Ocalan bînin, rê bidin parêzeran hevdîtin pê re bikin û li ser azadiya wî ya fizîkî bixebitin. Azadiya Ocalan azadiya me ye, di her dem û wextê de em ê asta têkoşînê bilind bikin heta ku azadiya wî ya fizîkî bi dest bixin."

Meş bi dirûşma "Bê Serok jiyan nabe" bi dawî bû.