Li dijî tecrîdê çalakiya nobetê ya li Mexmûrê didome

Çalakiya Nobetê ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) a bi armanca mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatî destpêkirin bi dewirgirtina koma 59’emîn û biryardarî didome.

Mexmûr - Çalakvanên çalakiya Nobetê ya wargeha penaberan a Mexmûrê bibiryardarî ev 9 meh zêdetirin bi armanca mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di çalakiyê de ne. Çalakî bi dewirgirtina koma 59’emîn û biryardarî didome. Beriya ku çalakî were dewirgirtin ji bo cangoriyên azadiyê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 58’emîn Qedrî Şirîşeyî axivî.

‘Ger hiqûq û edalet heye, li ku derê ye?’

Qedrî Şirîşeyî diyarkir ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin li dijî exlaqê mirovahiyê ye û got: “Ev nêzî 4 salane li ser Rêbertî tecrîdek ku di tu demên dîrokê de ne hatiye dîtin, tê meşandin. Li beramberî vê tecrîdê gelê Kurd bi salane li ser lingane. Wekî ku ev têrê nake û cîhan hemu ne şahide, CPT ku xwe wek parêzvanê mirovan dide nîşakirin, dibêje tecrîd nîne. Ger hiqûq û edalet heye, li kuderê ye? Ger wijdan û rastî heye, em wek civaka Kurd pirs dikin, ka li kuderê ye? Ka çawa tecrîd nîne, hevdîtin hatiye kirin, bi kî re hatiye kirin, bila ji raya giştî re were parvekirin.”

‘Divê têkoşîn were mezinkirin ku tecrîd were şikandin’

Qedrî Şirîşeyî di dawiya axaftina xwe de bang li tevayî gelê Kurd kir û got: “Em bang li Netewên Yekbûyî û hiqûqa heyî nakin, em bang li wijdana raya giştî ya pêşverû dikin û em dibêjin ev tecrîd gihiştiye astekî wisa ku êdî tehemul jêre nîne. Bila herkes bizane ku wisa na meşe. Ji bo vê yekê em carek din bang li raya giştî ya Kurdistanî ya welatparêz û ya cîhanî dikin ku helwest û pêşketinên heta niha hatine meşandin nebûne bersiv pêwîste zêdetir têkoşîn were mezinkirin ku tecrîd were şikandin.”

Merasîma dewirgirtinê bi dewirgirtina koma 59’emîn û dirûşmeyan bi dawî bû.